Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn 2023-07-08 17:55:40   STENBOL - Şîn ji bo Fîlîz Tekîndag û Reşît Kiran ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hat danîn.    Ji bo Fîlîz Tekîndag (Nûden Sîdar) û Reşît Kiran (Rênçber Metîn) ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilari şîn hat danîn.    Malbatên Tekîndag û Kiran, ANYAKAY-DER, MATÛHAY-DER, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek û Mahmût Dundar, Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî şînê bûn.    Malbatên Tekîndag û Kiran malavayiya kesên hatin şînê kirin û gotin: "Şehîdên me, şehîdên vî gelî ne."  Di şînê de tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.