Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin 2023-07-09 10:59:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Iraq û Îranê ragihandin ku ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirine.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Abdulemîr Şîmerî û Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ahmed Vahîdî, li Deriyê Sînor ê Zerbatiye yê li bajarê Vasitê ku dikeve başûrê Iraqê, hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî daxuyanî dan çapemeniyê.    Şîmerî got ku bi Vahîdî û şandeya pê re li Biryargeha 3’yemîn Fermandariya Herêmê ya Zêrevanan li dar xistine û wiha domand: “Waliyên Basra û Vasitê, Serokê Rêveberiya Deriyên Sînor û rayedarên payebilind ên her du welatan jî tev li civînê bûn. Armanca hevdîtinê ew bû ku bi taybet jî di mijara kontrolkirina sînor a navneteweyî de koordînasyon û hevkariya heyî bêhtir pêş bixin.”    Bi domdarî Şîmerî got ku ji bo koordînekirina agahiyan û kontrolkirina hatin û çûnan, her du welatan lihev kirin ku li ser sînor qereqoleke hevpar ava bikin.