Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan 2023-07-09 14:14:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li NY’yê dan.    Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan têkildarî mijarê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Heman daxuyanî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê jî hate xwendin.   Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hatin xwendin. Ya bi kurdî ji hêla Hevseroka Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Abdullah Ocalan Ocalan Xanim Eyo û ya bi erebî jî ji hêla endamê heman înîsiyatîfê Xalid Omer ve hat xwendin. Daxuyaniya li Kobanê jî ji aliyê parêzer Mistefa Şêx Muslim ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên dermirovî û derqanûnî de tê ragirtin û dewleta tirk hemû mafên bingehîn binpê dike. Bi domdarî hat gotin ku tecrîda li ser Ocalan di demên dawî de girantir bûye û ev tişt hatin parvekirin: “Di van salên dawîn de dewleta tirk tecrîdeke pir tund li ser rêbertî ferz kiriye. Ji hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bêpar hatiye hiştin. Herî dawî di sala 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû. Malbat jî herî dawî di adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî bû. Ji hêla rewşa tenduristiyê ve jî tu agahî jê nayên girtin. Tirkiye bi vê yekê qanûnên navxweyî û navneteweyî binpê dike. Ev tecrîd, di heman demê de îşkenceyeke derûnî ye. Bi vê yekê re xala 5’emîn a qanûna mafên mirovan a sala 1938’an tê binpêkirin. Her wiha xala 7’emîn a peymana navneteweyî ya têkildarî mafên sivîl û siyasî ya sala 1996’an jî tê binpêkirin. Ji bilî peymanên navneteweyî, her wiha mafên girtiyan jî tên binpekirin.”    NAMEYÊN GEFXWARINÊ   Di berdewamê de înîsiyatîfan bal kişandin ser nameyên gefxwarinê yên ji Abdullah Ocalan re hatine şandin û ev tişt gotin: “Rêbertî di nava tecrîdeke giran de ye û ev tecrîd bi hinceta cezayên disiplînê tê girankirin. Ev nameye nîşan didin ku jiyana Rêbertiyê di metirsiyê de ye. Dewleta tirk cezayê îdamê veguherand cezayê muebbetê û dixwaze dawî li jiyana Rêbertiyê bîne. Dewleta tirk di salvegera Lozanê de hemwext, di şexsê Rêbertiyê de doza gelê kurd hedef digire.”    BÊDENGIYA SAZIYÊN NAVDEWLETÎ   Înîsiyatîfan, bêhelwestiya Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û saziyên navdewletî jî rexne kirin û wiha domand: “Tevî ku CPT’yê di rapora xwe ya sala 2019’an de tecrîda li ser Rêbertiyê şermezar kir û weke îşkenceyeke derûnî û nêzikatiyeke dermirovî pênase kir jî, dewleta tirk li gorî perspektîfên CPT’yê tevnegeriya. Ji bo rakirina tecrîdê, sûdgirtin ji mafan û azadiya fîzîkî CPT û saziyên din tu gavek neavêtin. Em van nêzîkatiyên dermirovî û derqanûnî yên dewleta tirk şermezar dikin. Lewma em careke din ji bo hevdîtina bi Rêbertiyê re serlêdanê dikin. Dê têkoşîna me ya ji bo mafan bidome heta ku Rêbertî azad dibe. Banga me ji bo civaka navneteweyî jî ew e ku zextê li dewleta tirk bikin da ku tecrîda li ser Rêbertiyê rake û wî berde.”    Pişt re jî kopyayeke daxuyaniyê radestî Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li Qamişloyê hate kirin.