ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart 2023-07-09 18:49:30   ENQERE - ÎHD'a Enqereyê Kongreya Asayî ya 20’emîn li dar xist. Omer Farûk Yazmaci û Asli Saraç ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Enqereyê 20'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li Lokala Yekitiya Mulkiyeler pêk hat. Rêveberên HDK, HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Li eywana kongreyê gelek pankartên balkêş jî hatin daliqandin.    'DIVÊ DAWÎ LI TECRÎD Û BINPÊKIRINÊN MAFAN WERE'    Di kongreyê de axaftin hatin kirin û axivêran di axaftinên xwe de bal kişandin ser neçarserkirina pirsgirêka kurd û hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser girtiyan were bidawîkirin û şert û mercên girtiyan bên başkirin û demildest dawî li binpêkirinên mafên mirovan bê anîn.    RÊVEBERIYA NÛ    Hilbijartina rêveberiya nû ya komeleyê pêk hat. Omer Farû Yazmaci û Asli Saraç ji bo hevserokatiya ÎHD'a Enqereyê hatin bijartin.    Navên ku di rêveberiya komeleyê de jî cih digirin wiha ne: “Asli Saraç, Omer Faruk Yazmaci, Nuray Çevîrmen, Sevîn Koçak, Huseyîn Demîrton, Havva Ozcan, Serdar Kadioglu, Halîl Îbrahîm Vargun, Barbaros Hayrettîn Yilmaz, Salîha Şahîn, Neylan Yilmaz, Nîlay Nayman, Tanju Gunduzalp, Mehmet Baytekîn, Dîlek Yildiz, Derya Cebecîoglu, Enes Beyaz, Îlker Kalin, Ziya Ozder, Haydar Aslan.”