Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî 2023-07-09 21:32:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talabanî piştî civîna navbera PDK û YNK’ê de ragihand ku li ser tiştekê lihevkirine ew jî tenê li ser daxuyaniyek neyê dayîn lihevkirin e.   Îro şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê der barê mijara hilbijartinê de kom bûn. Piştî civînê çend saetan Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di daxuyaniyek a çapemeniyê de axivî û wiha got: “Gotinên bêberpirsiyarî bandorê li me nake, em ê ji bo berjewendiya gelê xwe ji bo lihevkirinê bi berdewam hewl bidin. Yekitî xwedî dîrok, xwîna şehîdan û hêz e. Êdî bêdeng namînin, her tişta ku ji îro şûn ve rû bide jî em ê bersiva wê bidin.”    BERSIVA BI HÊRS   Talabanî li ser pirsa rojnamevanek ku "gelo li gel PDK’ê lihevkirin e yan na", bi awayekî bi hêrs wiha bersiv da: “Wisa xuya dike ku lihevkirin e?” Helwestek ku wek wan li hev nekiriye da nîşandan.    DAXUYANIYA PDK'Ê   Her wiha Sekreterê Mekteba Siyasî yê PDK’ê Fazil Mîranî jî got: “Lihevkirina me ne wisa bû, birayekî me gotinek kiriye û ne bi keyfa YNK’ê bû. Me ne gotiye YNK bê hêz e, ev gotin ne gotinek fermî ya PDK’ê ye. Serok Barzanî û PDK’ê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtî ye û tu carî bi hêzê danuûstandin nekiriye. Siyaset ne deriyek girtî ye, di civînên siberojê de wê ev pirsgirêk bên çareserkirin."