Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin 2023-07-10 08:58:17       AMED - Li gungê Kû yê Pasûrê cerdevanan duh li şivanan xistibû. Cerdevanan îro jî bi çekan gef li wan xwarin.    Malbata ku çû zozanên xwe yên li sînorê gundê Kûyê, heywanên cerdevanan ên ketibûn nava eraziyên xwe derxistin. Piştî vê cerdevanên bi navê F.D., Î.D., M.D., Î.D. û S.D., li şivanên bi navê Z.B., H.B. û Î.B. xistin.   Bûyer duh qewimî. Lê hat diyarkirin ku îro jî cerdevanan gef li ajovanên mînîbusa ku şêniyên taxê birine zozanan xwariye. Her wiha îro danê sibehç cerdevanan çek ber bi hêla konên malbatan ve teqandiye.    Malbatan ragihand ku cendirme ji bo parastina cerdevanan hatine.