Li Êlihê qeza: 4 kes mirin 2023-07-10 14:30:19       ÊLIH - Li bajarê Êlihê, qeza çêbû. Di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.   Qeza nîvê şevê li qada Kantarê qewimî. Qemyona ku ji kontrolê derket, wergeriya û agir pê ket. Ji heman malbatê Alî Ozgur, Sedat Ozgur, Gokhan Ozgur û Mehmet Ozgur ên li pişt qemyonê bûn, jiyana xwe ji dest dan.   Veysî Ozgur û Orhan Ozgur jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.   Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.