Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin 2023-07-10 15:01:59   ŞIRNEX- Hezexiyên ku bi rojan e ava wan naherike, di destên wan de bîdonên avê çûn pêşiya şaredariyê û qeyûm şermezar kirin.   Li taxên Yenî û Tûrgût Ozal ên navçeya Hezex a Şirnexê ava bi rojan e av naherike. Jin ji ber vê di destê wan de bîdonên avê ber bi Şaredariya Hezexê ve, ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, meşiyan. Jinên ku xwestin bi qeyûm re hevdîtinê bikin, pêşiya wan hat girtin û nehat hiştin têkevin hundirê şaredariyê.    Welatiyan bertek nîşanî vê nêzikatiyê dan û xwestin ku pirsgirêka wan a avê bê çareserkirin.