Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê 2023-07-10 17:17:01   ANTALYA - Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S'yê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê.   Ekrem Altay ê di Girtîgeha Antalyayaê ya Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa S'yê de ye, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Altay ku telefonî malbata xwe kir, da zanîn ku daxwazên girtiyên nexweş ên ji bo nexweşxaneyê an demeke dirêj tên astengkirin an jî tên redkirin.   Altay, anî ziman ku di qawîşekê 2 girtiyên felcî hene û rêveberiya girtîgehê wan nabe nexweşxaneyê û got ku muxatabekî nabînin.   Ekrem Altay bang li raya giştî kir ku xwedî li mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş derkeve.