2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin 2023-07-11 09:16:06 RIHA - Huseyîn Yilmazoglû ku 2 zarokên wî ketine xefika tiryakê diyar kir ku ji ber polîtikayên bê cezakirinê hejmara firoşkarên tiryakê her ku diçe zêde dibe û got: "Li Pirsûsê weke nan û penêr tiryak tê firotin." Li gor daneyên Desteya Kontrolkirina Narkotîkê ya Navneteweyî (INCB) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di desteserkirina zêde ya tiryakê de Tirkiye di rêza 2'yemîn de ye û herî zêde jî mirinên ji ber tiryakê diqewimin li Tirkiyeyê ye. Her wiha li gorî daneyên rapora Desteya Narkotîkê ya NY li Tirkiyeyê her sal bikaranîna tiryakê zêde dibe. Lê tevî vê yekê li Tirkiyeyê tenê 26 Navendên Dermankirina Alkol û Tedawiya Madeyên Hişbirê (AMATEM) hene, li van navendan tenê 89 cihên mayînê hene, 6 Navenda Tedawiya Madeyên Alkolê ya Zarokan a Ciwanan (ÇEMATEM) jî heye. Ji ber kêmbûna tedawiya tiryakê pêşî li ber bikaranîn û firoşkariya tiryakê nayê girtin.    Li aliyekî din firotin û bikaranîna madeyên hişbirê li bajarên bakurê Kurdistanê tê sepandin û ev yek di çarçoveya şerê taybet de li dijî ciwanên kurd tê kirin. Bi taybetî jî li Kurdistanê tu tedbîr nayên girtin, derbarê firoşkaran de tu tiştek nayê kirin û kesên ku madeyên hişbir bikar tînin jî terkî çarenûsa xwe tên kirin.    2 KURÊN WÎ KETINE XEFIKA TIRYAKÊ    Di van salên dawî de temenê bikaranîna tiryakê heta 10 salî jî ket û malbat jî ji ber rewşê bifikarin. Yek ji maxdurên tiryakê Huseyîn Yilmazogû (46) ye ku li taxa Sarayalti ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî diyar kir ku du kurên wî yek 20 salî yê din jî 18 salî te, 8 sal in ketine xefika tiryakê û tevî hewldanên wî yên li dijî tiryakê jî saziyên berpirsiyar jê re nebûne alîkar.    QEYÛM EW QEWIRANDÎ YE   Yilmazoglû anî ziman ku ew ji bo alîkariyê çûye qeymeqamtiyê lê qeymeqamê Pirsûsê Îbrahîm Guneş ku di heman demê de qeyûmê şaredariyê ye lê ew hatiye qewirandin û qeymeqam jê re gotiye, ‘Min ji te re hevdîtin qedexe kiriye’. Yilmazoglû got: “Zarokên min hê temenê wan 13-11 salî bûn ketin xefika tiryakê. Min serî li ku da encamek derneket. Dema qeymeqam nû tayîn bû, çend caran ez çûm ber deriye wî lê bi min re hevdîtin pêk neanî. Herî dawî jî parazvanên wî gotin hevdîtin ji te re hatiye qedexekirin û ez qewirandim. Edî dengê me bila yek bibihîse; li Pirsûsê zarok tên hejrîkirin.”    'DERÛNIYA ZAROKÊN MIN XERA BÛYE’    Yilmazoglû diyar kir ku ji ber tiryakê derûniya zarokên wî jî xera bûye û wiha got: "Derûniya zarokên min ne baş e. Bi kêrê xwe birîndar dikin. Çend roj in xew ji wan re tune ye. Min bi xwe zarokên xwe avêtin girtîgehê lê ji wir jî rêveberên girtîgehê dîtine ku xwe bi xwe diaxivin bang li min kirin gotin derûniya van xera bûye, ev ne li gorî girtîgehê ne. Lê em tînin mal jî, diziyê dikin. Tiştek li malê nehiştine, yan dişkînin yan jî didizin dibin difiroşin."   'POLÎTIKAYÊN BÊ CEZAHIŞTINÊ PÊŞÎ LI FIROŞKARIYA TIRYAKÊ VEDIKE'   Yilmazoglû bal kişand ser polîtikayên bê cezakirinê ku dibin sedema zêdebûna firoşkariya tiryakê û wiha pê dê çû: "Zarokên min dema derdikevin derve pir bi rehetî dikarinê tiryakê bibînin. Li Pirsûsê tiryark weke nan û penêr tê firotin. Zarokên 12 salî jî tiryakê difiroşin. Ji ber vê yekê jî li Pirsûsê serê her malê kesek ku tiryakê bikar tîne heye. Sedem jî polîtikayên bê cezahiştinê ne, dema yek tê girtin jî roja din tê berdan. Dema wisa dibe hemû kes dibêje, em bifroşin jî tiştek bi serê me nayê û dest bi firoşkariya tiryakê dikin. Heke bên cezakirin tu kes nikare tiryakê bifiroşe."   POLÎSAN LÊ XISTIYE    Yilmazoglû da zanîn ku ji ber ku wî zarokên xwe îxbarî polîsan kiriye, polîsan bi hinceta, 'Te çima zarokên xwe îxbar kiriye' lêdane û wiha got: “Ji bo pêydakirina tiryakê zarokên min diçûn diziya xelkê dikirin, min jî li ser vê yekê ji polîsan re îxbara wan kir. Lê polîsên ku hatin mala me heqeret li ber çavê malbatê li min kirin û ez birim emniyeta Pirsûsê. Li wir 5 polîsan li min da.”    'EM Ê ÎNTIXAR BIKIN'   Yilmazoglû destnîşan kir ku heke zarokên wî ji xefika tiryakê nayên rizgarkirin ew ê bi hevjina xwe ve întixar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "3 sal in ji ber rewşa zarokên xwe ez nikarime karekî bikim. Rewşa me ya aborî ne baş e. Heke rêveberek dest navejê vê mijarê ez û hevjina min em ê di hûndirê sûkê de xwe bişewitînin û întixar bikin. 2 zarokên min li ber çavên me her roj dimirin.”   MA / Mahmut Altintaş