Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş 2023-07-11 09:57:04 MÊRDÎN - Cotkarên Mêrdînê li dijî DEDAŞ’ê serî li dadgehê dabûn û dadgehê biryar da ku DEDAŞ bi hinceta “lênihêrîn-çêkirin” rojane herî zêde dikare 3 saetan ceyranê bigire.  Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), di serî de navçeyên Qoser û Dêrikê, bi sedan deveran bi hinceta “lêniherîn-çêkirin” rojê zêdetirî 12 saetan ceyranê dibire. Cotkaran jî li dijî Midûrê DEDAŞ’ê yê Mêrdînê Halîl Homan de bi sedema “nahêla welatî ji xizmetên cemaweriyê yan jî saziyeke di asta saziya cemaweriyê de sûdê bigire” serlêdana sûc kirin. Cotkaran, di heman demê de li Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Qoserê jî ji bo biryara tevdîra îhtiyatî sere dayîn serlêdan kirin.    Dadgehê cotkat mafdar dît. Di biryara xwe de dadgehê got ku divê ceyran rojê herî zêde 3 saetan were qutkirin û divê rojê 21 saetan bênavber ceyran were dayîn. Piştî biryara dadgehê, tê payîn ku DEDAŞ êdî dawî li van birînên ceyranê bîne.