Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne 2023-07-11 16:21:14 RIHA - Malbata Şenyaşar tekildarî çalakiya xwe ya nobeda edelatê ya îro li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: "Yên ku di nexweşxaneyê de komkujî pêk anîn li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne. #RojnamegerîNayedarizandin."   Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 841’emîn de berdewam dike.    Malbata Şenyaşar ku nobeda xwe ya îro li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand têkildarî çalakiya nobeda edaletê ya îro li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal bal kişand ser 15 rojnamegerên kurd ku girtî ne û îro danaşîna wan a yekem li Edliyeya Amedê berdewam tê lidarxistin. Malbatê ev peyam belav kir: "Çalakiya me ya nobeda edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Yên ku di nexweşxaneyê de komkujî pêk anîn li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne. #RojnamegerîNayedarizandin."