Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm 2023-07-12 09:13:43 WAN - Li Wanê bi bi germahiya hewayê re av tê qutkirin. Welatiyên ku ji ber vê mexdûr in bi gotina "zilma qeyûm" bertek nîşan dan.  Li Wanê bi germbûna hewayê re li hin taxan av hat qutkirin. Hin taxên navendî û navçeyan bi rojan e bê av in. Hin tax jî 24 saetan du caran ava wan tê berdan.    Li navçeya Rêya Armûşê ji ber qutkirina avaê esnaf nikarin karê xwe bikin. Tevî hemû serlêdanên gel jî pirsgirêk nayê çarserkirin. Têkildarî bûyerê me xwe hihand Îdareya Av û Qenalîzasyonê (BASKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin. Rayedaran derpêş kir ku welatî ava vexwarinê ji bo avdaniya baxçeyan bi kar tînin û gotin ku berpirsê vê gel e.    Mehmet Sevînç ê li Taxa Bahçivanê dimîne, diyar kir ku 10 roj in ava wan tune ye. Sevînç bilêv kir ku av serê sibehê pir kêm tê berdan û wekî din qet nayê. Sevînç destnîşan kir ku li VASKÎ'yê digerin, lê VASKÎ dibêje "Ava depoyan pir kêm e." Sevînê ku vê yekê wekî" zilma qeyûm" bi nav kir, gel jî rexne kir ku çima baş bertekê nîşanî qeyûm nadin.    Şehabettîn Kiliç ê li Taxa Bahçivanê dimîne jî bilêv kir ku otêla wan heye lê ji ber bêavbûnê turîst nayên otêlê û ev tişt anî ziman: "Em avê dikişînin û bi vî awayî karê xwe dikin. Çend roj berê min 100 qolî av stend û min li odeyan belav kir. VASKÎ avê nade gel. Her dera Wanê av e, lê avê nadin gel."    Delîl Karakaya yê çayxaneya wî heye bilêv kir ku ji bêgavî diçin avê ji mizgeftê tînin û got: "Em tim li şaredariyê digerin, dibêjin 'Ha îro ha sibê.' Herî dawî gotin binesaziya bajêr xera bûye, lê em bawer nakin. Bi zanebûnî avê qut dikin û gel ceza dikin."    Ozkan Koyûncû yê aşxaneya wî heye tekane berpirsê vê rewşê rêveberî ye. Sînan Çakir ê aşxaneya wî heye jî got ku ji ber ku av tune ye nikare aşxaneya xwe bişo û tu karî bikin. Çakir, diyar kir ku êvarî berî ku dikanê bidin serhev şaredarî tê û dibêje "kontrol heye" û radibe ceza dibire û wiha axivî: "Mişteriyên tên nikarin destê xwe bişon. Em nikarin tu karî bikin."