Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin 2023-07-12 10:37:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Mazlum Dag û Abdurrahman Er li dijî binpêkirinan li Girtîgeha Hewlêrê dabûn destpêkirin, di roja 56’an de didome. Tevî gelek bangawaziyan jî heta niha rayedarên Başûr tu gav neavêtine.    Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.    Dag û Er, li dijî binpêkirinan di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Dag û Er dixwazin ku binpêkirinên weke lêgerînên keyfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp bi dawî bibin. Çalakiya Dag û Er di roja 56'an de berdewam dike. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Heya niha jî der barê mijarê de rayedarên Herêmê tu daxuyaniyek nedane û bêdengin.    DI DEMÊN BERÊ DE JÎ ÇALAKÎ LI DAR XISTIBÛN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn. Her wiha herdu girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû. Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.   DAG: REWŞA ME YA TENDIRISTIYÊ XERAB DIBE    Dag, di 23'yê hezîranê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî bû û destnîşan kiribû ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xirabiyê ve diçe, di nexweşxaneyê de bijîşk û derman nîn in, 10 roj e ku kesê ji bo serdana wan neçûye cem wan û hevalê wî Er 20 kîlo, ev bi xwe jî 10 kîloyan zeîf bûye.    Malbatên her du girtiyan jî li dijî zextên li zarokên wan têne kirin, banga “xwedîderketinê” kiribûn.   BANGÊN XWEDÎDERKETINÊ   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Înîsiyatîfa Hevgirtinê ya li Dijî Darvekirinê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Mazlum Dag û Abdurrahman Er bang li rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê û raya giştî kiribûn ku bikevin nava liv û tevgerê.