Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da 2023-07-12 14:38:55   QERS - Li navçeya Qaxizmanê polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike, li rojnameger Serkan Çaglar da.    Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê polîsê parêzvaniya qeymeqam dike, bi deqîqeyan li rojnameger Serkan Çaglar da. Dîmenê tundiya polîsa ku li rojnamevan kir ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hat kişandin. Polîs ji rojnameger re dibêje, ‘tu nikarî wesayîta xwe li vir park bikî’ û paşê êrişî rojnameger dike. Di dîmenan de tê xuyakirin ku Çaglar adeta tê lînckirin. Çaglar ji mil û ranê xwe birîndar dibe û ji nexweşxaneyê rapora lêdanê wergirt û derbarê polîsê êrişî wî kir de gilî kir.