DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî 2023-07-12 15:48:41   MÊRDÎN - DEDAŞ’ê bi hinceta deynên febrîqeyê, ceyrana Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mêrdînê birî.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) piştî cotkaran îcar jî ceyrana pîşesaziyê birî. DEDAŞ’ê bi hinceta deynan, ceyrana febrîqeyên li Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Mêrdînê birî. Li herêmê febrîqeyên hilberandina meqerne, ard û savarê û atolyeyên tekstîlê hene û piştî birîna ceyranê, bi dehan febrîqe bê ceyran man.    Ajansa me xwe gihand rêveberên febrîqeyan. Rêveberan diyar kirin ku ev rewş nayê qebûlkirin û gotin ku ew hewl didin deynên xwe birêk û pêk bidin lê belê ji ber ku fatûreyên zêde tên, hinek deynê wan çêbûye. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo deynên xwe bi şîrketê re hevdîtin kirine lê deynên wan nekirine taksît û piştî hinek deynê xwe dan jî li bendê ne ku di saetên şevê de ceyran dîsa were dayîn.