Sarisozen: Di Lûtkeya NATO’yê de ji bo êrişan peyamên erênî hatin dayîn 2023-07-13 10:03:58 STENBOL - Rojnameger Veysî Sarisozen got ku di Lûtkeya NATO’yê ya li Vilniusê de Tirkiyeyê xwe teslîmî welatên rojavayî kiriye û wiha got: “Di lûtkeyê de ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser kurdan peyamên erênî hatine dayîn.”    Lûtkeya NATO’yê li patexta Lîtvanyayê Vîlnîusê hate lidarxistin. Endamtiya NATO’yê ya Swêdê û bazariyên girêdayî vê mijarê hatine kirin hêj jî di rojevê de tên nîqaşkirin. Di hevdîtinan de hat gotin ku dê Tirkiye di rojên pêş de Protokolên Tevlibûna NATO’yê ya Swêdê bîne Meclisê û Swêd jî dê piştgiriyê bide pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê.    Rojnameger Veysî Sarisozen têkildarî Lûtkeya NATO’yê, bazariyên hatine kirin û bandorên wan axivî.   , Veysî Sarisozen   ŞERÊ RÛSYA-ÛKRAYNAYÊ   Sarisozen anî ziman ku mijara bingehîn a nîqaşên Lûtkeya NATO’yê şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de bû û wiha got: “NATO’yê got ku dixwaze di şerê li dijî Rûsyayê de hemû hêzên xwe seferber bike. Sedema israra Swêdê ya ji bo endamtiya NATO’yê jî şerê li dijî Rûsyayê ye. Dê di demên pêş de şerê di navbera Rûsya û NATO’yê de dijwartir bibe. Armanc ew e ku Rûsyayê hinek paşde bixin, Çînê îzole bikin û di hevrikiya kapîtalîst a navneteweyî de hinek paşde bixin.”    ‘REJÎMA ERDOGAN NIKARE KRÎZÊN HEYÎ ÇARESER BIKE’   Bi domdarî Sarisozen anî ziman ku piştî têkçûna li Kobanê, Tirkiye li dijî Rojava û gelê kurd her tim di pozîsyona êrişê de ye û ev nirxandin kir: “Tirkiye sûdê ji nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de digire. Lê di halê hazir de Tirkiye niha teslîmî dewletên têk neçûyîn dibe. Di lûtkeya Vilniusê de Tirkiye bi navê teslîmbûnê berê xwe da welatên rojavayî. Rejîma Erdogan nikare krîzên heyî derbas bike. Heta niha her tim hewl dida ji nakokiyên di navbera dewletan de sûd bigire lê êdî gav bi gav van derfetan winda dike. Bêguman ev pêvajo hêj temam nebûye. Lê xuya dike ku piştî telefona Erdogan a bi Biden re, Erdogan paşvegav avêtine.”   JI BO ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN PEYAMA ERÊNÎ!   Di berdewamê de Sarizozen anî ziman ku manewrayên Erdogan dê mîna yên berê xurt nebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di lûtkeyê de di çarçoveya dijbertiya kurdan de bazarî hatin kirin. Heke tiştekî pir cuda çênebe, dê dewleta tirk zextên NATO’yê gav bi gav qebûl bike. Li vir bazariyên pir xetere hene. Mîna di Peymana Lozanê de, dewletên rojavayî ji bo Tirkiyeyê li cem xwe bigirin, destûr dan dewleta tirk ku mîna sed sal berê li dijî gelê kurd êrişên mêtinger û pişaftinê pêk bîne. Dewleta tirk û hêzên kûrewî careke din li ser kurdan bazarî kirin. Lê ev rewşa nû xwedî hinek taybetiyan e. Weke mînak; dewleta tirk êdî xwedî wan derfetan nîne ku hem piştgiriyê ji DYA’yê hem jî ji Rûsyayê bigire û bi vê hêzê êrişî kurdan bike. Ji vir û şûnde dema li dijî Rojava êrişekê dide destpêkirin, dê neçarî piştgiriya NATO’yê bibe. Her ku di çarçoveya polîtîkaya NATO’yê de li Rojhilata Navîn gavekî diavêje dê bi hemleyên Rûsyayê re rû bi rû bimîne. Bi kurt û kurmancî êdî mîna berê nikare manvreayn bike û ev yek jî bo dewleta tirk nebaş e.”    DAXWAZA JINÛVESAZKIRINA TSK’Ê   Nivîskar Veysî Sarizon got ku hêzên NATO’yê ji bo armanca “Kurdistaneke bêyî PKK’ê” dewleta tirk bi kar tînin û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk dê hewl bide stratejiya Rojhilata Navîn a bêyî Kurdistanê bi alîkariya van hêzên kûrewî bi cih bîne. Di navbera van her du stratejiyan de hinek ferq û cudahî hene. Lê her du jî stratejiyên dijşoreş in ku gelê kurd hedef digirin. Li mirov dikare bibêje ku NATO dê tenê bi tawîza Swêdê re bisînor nemîne. Weke mînak; hêmayên amerîkaparêz ên di nava TSK’ê de piştî 15’ê tîrmehê hatin tesfiyekirin. Baweriya NATO’yê ya bi artêşê nema ye û ji bo ku baweriya wê pê bê, dibe ku ji dewleta tirk bixwaze ku TSK’ê jinûvesaz bike. Ev yek jî dê derfetê bide ku aliyên nêzî NATO’yê û hêzên cemaetê hinek derfetan bi dest bixin. Hewldanekî wiha jî dibe ku bandorekî neyînî li ser Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bike. Her wiha dibe ku ji bo me firsendan jî biafirîne.”    ‘KURD BÊALTERNATÎF NÎNIN’   Veysî Sarisozen anî ziman ku gelê kurd li hemberî van bazariyan bêalternatîf nîne û wiha dom kir: “Di şertên Tirkiye û Rojhilata Navîn de hemû encaman hêzên kûrewî û Tirkiye diyar nakin. Di diyarkirina van encaman de roleke diyarker a gelê Kurdistanê û tifaqên wan heye. Ji bo ku bikarin bi vê rola xwe bilîzin, talûkeyên di vê rewşa tevlihev de berteref bikin û firsendên heyî bên bikaranîn, hewcehî bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî heye. Ji bo vê jî hewceye têkoşîneke mezin were dayîn. Ev yek dê bibe peywira herî girîng.”    HÊZA GELÊ KURD   Sarisozen, bi lêv kir ku Swêdê soz daye Tirkiyeyê ku beramberî endamtiya NATO’yê dê zextê li kurdên li wir dijîn bike û wiha got: “Ev rewş dê di nava raya giştî de gelek nakokiyan bi xwe re bîne. Li dijî vê hewldanê dê rêxistinên gelê kurd û hêzên demokratîk ên Swêdê piştevaniyeke xurttir pêş bixin. Li çi bikin û çi bazariyên qirêjî jî bikin dê nekarin têkoşîna xurt a gelê kurd a di qada navneteweyî de asteng bikin.”    ‘NE ENCAMEKÎ GELEK XERAB Û NE JÎ PIR BAŞ E’   Sarisozen, diyar kir ku di Lûtkeya NATO’yê di nava avadaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) de “Sekreteriya Têkoşîna li Dijî Terorê” hatiye avakirin û wiha bi dawî kir: “Potansiyela wê heye ku NY’yê bi temamî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd têxin nava tevgerê. Bi kurt û kurmancî mirov dikare ji bo vê civîna Vilniusê wiha bibêje; ne emcamekî gelek xerab û ne jî gelek baş e. Anku ne mirov dikare bibêje ‘Tevgera Azadiyê ya Kurd bi tunebûnê re rû bi rû ma’ û ne jî mirov dikare bibêje rejîma faşîst a Tirkiyeyê dê bi dawî bibe. Hêviyên ji bo demokrasiyê jî vala ne. Mijara li vir ev e; di bazariyên navbera hêzên kûrewî de gelê kurd her tim weke ‘qurban’ tê hilbijartin. Li vir divê mirov talûke û derfetan baş bibîne û têkoşînê xurt bike.    Tirkiyeyê beramberî endamtiya Swêdê ya NATO’yê, daxwaza balafirê F-16’ê kir. Îxtîmaleke mezin e dê ev balafir bên dayîn. Ev balafir li dijî dewletekê nayên bikaranîn, tevek jî li dijî kurdan tên bikaranîn. Lewma girîng e ku em bazariyên qirêjî yên li Vilniusê vebêjin û bibêjin ku li dijî gelê kurd bazariyên pir qirêjî tên kirin. Divê raya giştî ya navneteweyî û gelê demokrat ê Ewropayê bi awayekî rêxistinkirî rabe ser pêyan û van bazariyan vala derxîne.”    MA / Esra Solîn Dal