Tenê 2 sal ceza li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştibû hat birîn 2023-07-13 10:38:42 AMED - Dadgehê tenê 2 sal û 3 meh cezayê hepsê li qeymeqamê Kercewsê yê berê Server Sînanoglû yê ku Muhammed Çelîk ê 13 salî di bin erebeya xwe de pelçiqandibû û bûbû sedemê mirina wî, birî.  Li navçeya Bismilê ya Amedê, Qeymeqamê Navçeya Kercewsê yê berê Server Sînanoglû di 15’ê tîrmeha 2021’ê de bi cîpa aydî qeymeqamiyê li Muhammed Çelîk ê 13 salî xistibû. Çelîk di bin cîpa qeymeqam de eciqîbû û canê xwe ji dest dabû. Der barê bersûc de ji sûcê “bûye sedemê mirina bizanebûn û qisûrdar” doz hat vekirin. Ev qeymeqam bi daxwaza cezayê di navbera 2 sal û nîv û heta 5 salan de hat darizandin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûc tev li danişînê nebû û parêzerê wî amade bû.    Dayik û bavê Çelîk jî beşdarî danişînê bûn. Raporek nû ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ku li dosyeyê hat zêdekirin hat xwendin. Şandeya dadgehê diyar kir ku leza lîmîtê di saetê de di navbera 100 û 110 kîlomtreyî de hatiye nirxandin.    Parêzerê bersûc xwest rapora hatiye dîsa bişînin ATK’ê û miwekîlê wî bê beraetkirin. Dozger daxwaza parêzer red kir.    Şandeya dadgehê jî daxwaza raporek nû ya ji ATK’ê red kir.    Dozger mutalaya xwe danişînek beriya niha eşkere kiribû dubare kir.    Parêzerê malbata Çelîk, Alî Bekleyîcî beyanên xwe berê dubare kir û xwest di asta herî jor de ceza li bersûc bê birîn.    TENÊ 2 SAL Û 2 MEH Û 28 ROJ CEZA HAT BIRÎN    Tevî ku Sînanoglû zarokê 13 salî Muhammed Çelîk kuştiye jî şandeya dadgehê ji sûcê “bûye sedema mirina biqisûr” 2 sal tenê ceza li bersûc birî. Dadgehê bi sedema ku sûc bi zanebûn û biqisûr ceza derxist 2 sal û 8 mehan. Lê belê dadgehê bandora cezayê li ser bersûc hilda ber çavan, ceza kêm kir û tenê 2 sal û 2 meh û 28 roj ceza li bersûc birî.    Dadgehê biryar da ku Sînanoglû yê bersûc piştî 4 mehên din ehliyeta xwe paşve bigire.    DÊ BIRYARÊ VEGUHEZ3INE ÎSTÎNAFÊ    Parêzerê malbata Çelîk Alî Bekleyîcî diyar kir ku ew ê îtîrazî biryara dadgehê bikin û biryarê veguhezînin Dadgeha Îstînafê.