Ji bo girtiyê nexweş Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin 2023-07-13 10:40:24   STENBOL - Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk zêdetirî 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û tehliyeya wî tê astengkirin. Ji bo berdana Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.    Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û demekî kin berê tehliyeya wî hatibû taloqkirin. Malbata Ozturk a li Almanyayê dijî, ji bo berdana Ozturk kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.    Ozturk, zêdetirî 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û nexweşiya wî ya dil heye. Ozturk, di sala 1992’yan de hate binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê 14 rojan di bin çavan de ma û piştre jî ji hêla Dadgeh Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hate girtin. Di dozê de Ozturk bi îdiaya “Parçekirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate tawanbarkirin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Ozturk, di vê pêvajoyê de li 5 girtîgehên cuda hate ragirtin.    Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate kirin û 31 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye. Ozturk, yek ji girtiyên nexweşe û înfaza xwe di 23’yê hezîranê de temam kiribû. Lê belê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nayê berdan. Tehliyeya Ozturk bi sedemên weke “Ceyranê bi teserrûf bi kar nayîne” û “Li pirtûkxaneya girtîgehê bi qasî tê xwestin pirtûk nexwendiye” hatin taloqkirin.    LÎNKA ÎMZEYAN    Malbata Ozturk li Almanyayê dijî û ji bo berdana Ozturk dest bi kampanyaya îmzeyan kir.