Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak de dê mutalaa bê dayîn 2023-07-13 12:31:57   AMED - Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Budak de ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê mutalaa bê dayîn.    Li ser îfadeyên şahida eşkere Kezban Kuday ku piştre ev îfadeyên xwe paşve kişandibûn, li Endamê Komîsyona Perwerdeyê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çekdar Budak bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Budak li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.    Budak tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Temûr amade bû. Dozger xwest ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya jê re bê şandin. Parêzer Temûr jî diyar kir ku dê parastina xwe piştî mutalaayê bike.    Dadgehê, biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin û danişîn taloqî 8’ê mijdarê kir.