Pêşniyarqanûna ji bo Komkujiya Zîlanê: Bila bibe ‘Roja Bîranîn û Şînê’ 2023-07-13 12:44:07   ENQERE - Partiya Çepên Kesk bi boneya salvegera Komkujiya Zîlanê pêşniyarqanûnek da Meclisê û xwest ku 13’ê Tîrmeh bila weke “Roja Bîranîn û Şînê” were qebûlkirin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, bi boneya Komkujiya Zîlanê ku di 13’ê Tîrmeha sala 1930’ê de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê hate kirin, pêşniyarqanûnek da Meclisê. Di pêşniyarqanûnê de hat xwestin ku 13’ê Tîrmeh weke “Roja Bîranîn û Şînê” were qebûlkirin û ev tişt hatin gotin: “Armanca ji vê ew e ku komkujiyên bi vî rengî careke din neyên kirin, pêşî li ber komkujiyan were girtin û hevrûbûn çêbibe.”    ‘DI KOMKUJIYÊ DE BI DEHHEZARAN KURD HATIN QETILKIRIN’    Di hinceta pêşniyarê de jî tiştên di komkujiyê de qewimîn hatin vegotin. Di pêşniyarê de ev tişt hatin gotin: “Di komkujiyê de bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin. Herêma Zîlanê bi dehan salan hate qedexekirin û êşên komkujiyê hêj jî nû ne. Hemû nifş bi çîrokêk vê wehşet û trajediyê mezin dibin. Ji bo mayîndekirina aştiya Tirkiyeyê, divê sererastkirinên qanûnî werin kirin, komkujiyên bi vî rengî bên bibîranîn, hevrûbûnek çêbibe da ku êdî tiştekî wiha neqewime. Bi ragihandina roja bîranîn û şînê re dê pêşî li ber komkujiyên wiha were girtin û hevrûbûn çêbibe.”