‘TMO randevûyê nade cotkaran’ 2023-07-13 13:35:02   AMED - ZMO û Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû da zanîn ku TMO randevûyê nade cotkaran, cotkar tên mexdûrkirin û randevûyên li ser pergala ÇKS’ê tên girtin jî bi pereyan tên firotin.    Ofîsa Berhemên Axê (TMO) berheman wernagire û Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) û Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû têkildarî mijarê li avahiya Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû daxuyanî da. Serokê Şaxa ZMO’yê yê Amedê Abdussamet Ucaman û gelek endezyar tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû daxuyanî xwend.    ‘TU SERERASTKIRIN NAYÊN KIRIN’    Îskenderoglû da zanîn ku ji ber lêçûnên di krîza aborî de û hêj gelek sedemên din, cotkar û gundî gelek zehmetiyan dikişînin û wiha domand: “Em van pirsgirêkan car bi car dikin rojev. Lê hêj jî tu sererastkirinek nehatiye kirin. Cotkarên herêmê îsal jî di nava vê krîzê de zeviyên xwe çandin û berhemên wan kom kirin. Bi sala ye em dibêjin di mijara keda cotkaran de polîtîkayeke xelet heye ku nikarin heqê xwe bigirin. Lê ev polîtîkaye ketiye astekî cuda. Di salên berê de digotin cotkar berhemên xwe difiroşin derve û nadin me. Lê cotkaran îro li pergala ÇKS’ê qeyda xwe çêkiriye, berhemên xwe ji nav zeviyan rakirine û ji bo firotinê serî li TMO’yê daye. Lê belê di otomasyona randevûyê de rastî gotina ‘ji bo herêma we noqteyên kirînê yên çalak tune ne.’ TMO û Şîrketên Depovaniya Bilîsans (LÎDAŞ) hêj dikirin û em dibînin ku hêj heta nîviyê tije ne.”    ‘COTKAR BÊ MUXATAB HATINE HIŞTIN’    Bi domdarî Îskenderoglû ev tişt anî ziman: “Me bi rayedarên TMO’yê re hevdîtin kir. Ji me re gotin ku kapasîteyek hatiye hesabkirin, nikarin derkevin ser vê kapasîteyê lewma nakirin. Lê wezaretê di dema çinînê de digot ku ew berhemên cotkaran hêj di nava zeviyan de dikirin. Mixabin cotkar niha ji bo firotina berhemên xwe randevûyê digirin ku didin 40 roj piştre. An jî ji otomasyonê randevû nayê dayîn. Lewma cotkar bêmuxatab hatiye hiştin. Kesên navbeynkar vê rewşa cotkaran dibînin û ji hinek cotkaran re teklîfên weke 5 hezar û 7 hezar û 500 lîreyan teklîf dikin. Her wiha agahî hene ku randevû tên girtin û ev randevû tên firotin. Ev rewşeke derexlaqî ye.”    ‘DIVÊ TAVILÊ DEPO BÊN VALAKIRIN’    Îskenderoglû, got ku weke Odeya Zîraetê çareseriya wan heye û ev çareserî wiha parve kir: “Divê TMO berhemên heyî ji febrîqe û ji qadên bazirganiyê û saziyên van berheman bi kar tînin re bişîne û tavilê depoyan vala bike. Bila serlêdanên hemû cotkaran bên qebûlkirin û di gava ewil de qederekê berhemên cotkaran jê bên kirîn. Bi vê yekê re dê cotkar jî rehet bibin. Bila pergaleke navendî ya randevûyê hebe û pergal jinûve bê revîzekirin. Divê berhemên cotkarên randevû girtin tavilê bên teslîmgirtin û plansaziya vê were kirin. Divê bedela berhemên di wesayîtan de dimînin jî cotkar nedin. Heke cotkar nekare heqê keda xwe bigire, ne tenê cotkar lê dê esnaf, bayiyên dermanan, yên sotemeniyê difiroşin, TEAŞ û gelek saziyên din jî nekarin pereyên xwe bigirin. Em ê vê mijarê bişopînin. Ricaya me ji cotkarên randevû wernegirtin ew e ku bila bên daxwaznameyên li odeya me serî li TMO’yê bidin.”    Li ser pirsa “Depo çima tije ne”, Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Zulkuf Guneş got: “Piştî vekirina korîdora çandiniyê ya Ûkraynayê, depo bi genim hatiye tijekirin.”    Endamê Mahsûn Mercan jî got ku ev pirsgirêk ne tenê li Amedê, li bajarên din ên herêmê jî heye.