KCD ji bo hevrûbûna qetlîama Geliyê Zîlan banga avakirina komîsyona heqîqetê kir 2023-07-13 14:06:53 AMED - KCD’ê bi salvegera 93’yemîn a qetlîama Geliyê Zîlan qurbaniyan bi bîr anî û banga avakirina komîsyona heqîqetê ku dewlet bi qetlîamê re hevrû bimîne hat kirin.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera 93’yemîn a qetlîama Geliyê Zîlan daxuyaniyek nivîskî belav kir.     Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:    ‘XWÎN JI GELIYÊ ZÎLAN HERIKÎ’    “Rejîma faşist a dewletê ya yekperest li 93 sal berê li Geliyê Zilanê qetlîam pêk anî, di vê qetlîamê de 44 gund hatin şewitandin, zarok, jin, kal û pîr jî di nav de bi 10 hezeran Kurd hatin qetilkirin. Ên ku ji qetlîmaê xelas bûn, an hatin girtin an jî hatin sirgûnkirin. Bi vê yekê hewl dan ku demografiye biguherînin û polîtîkayên asîmîlasyonê pêk bînin. Çapemeniya wê demê vê qetlîamê bi zimanekî qirêj parast û hewl da ku ji raya giştî re meşrû nişan bide lê xebatên dîrokî yên devkî  bi bîranînên zarokên ku ji qetlîamê xelas bûne, hovîtiya  pergala yekperest a dewletê bi awayeke aşkere li ber çavan radixe. Xwîna ku li Geliyê Zîlan rijiya di nav dilê gelê me de diherike. Em yên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan şîna me ye ku îro jî berdewam dike.      XWESTIN ME BÊBÎR BIHÊLIN    Domdarê vê zihniyeta yekperest a faşîst bi awayeke sistematik li dijî gelê kurd qetlîam pêk anî, li şûna ku bi van qetlîaman re hevrû bibe hewl dan ku ser van qetliaman bigrin û bide jibîrkirin. Bi vê mebestê îro ciyê gora Seyid Riza û Şêx Seîd vedişêrin, li ser ciyê ku qetliam pêk hatine bendavan ava dikin, avahiyên nû çêdikin. Bi vî awayî hewl didin ku me bêbîr bihêlin û ser sûcê xwe biniximînin lê bîraninên nirx û gelê me bîra me zindewar dike û hêz dide têkoşina me ya demokrasî û azadiyê.      Em wek KCD’ê careke din ên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku rê û rêbazên çareserî û aştiyê hevrûbûn e. Ji bo vê yekê jî divê gavek zûtirîn komîsyonên heqîqetê bên avakirin.