Gotinên dawî yên leşkerê digotin ‘bi teqezayî mirî ye’: Ji mirina me fermandar berpirsyar e 2023-07-13 16:24:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk ragihandibû ku leşkerê bi navê Erdem Kavlak di 11’ê tîrmehê de “di qezaya çekê de” jiyana xwe ji dest daye. Dîmenekî Kavlak ê beriya mirina xwe kişandî derket holê û wiha dibêje: “Ji mirina me fermandarê me berpirsyar e.”    Dewleta tirk li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bi navê “Pençe Kîlît” operasyon dabû destpêkirin. Yek ji leşkerên bipeyman ê tev li vê operasyonê bûyî jî Erdem Kavlak bû. Hat ragihandin ku Kavlak, di 11’ê tîrmehê di encama “qezaya çekê de” mirî ye. Li ser hesabên medyaya dijîtal vîdeoyek Kavlak a beriya mirina xwe kişandî hate parvekirin.    Di vê vîdeoyê de Erdem Kavlak dibêje ku ji mirina wan fermandarê wan berpirsyar e û wiha didomîne: “Ev bû 3 roj em li vê derê ne. Ev jî bû roja me ya 4’emîn. Em li vir bêav man. Heke tiştek bi min an jî hevalên min bê, tekane sûcdarê vê fermandarên me yên tabûr û bolukê ne. Heke tiştek bi min bê, vê vîdeoyê ji Wezareta Parastinê ya Tirk re bişînin.”