Banga ji bo tevlîbûna civîna gel a li Geverê 2023-07-13 17:52:43   COLEMÊRG - Rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk ên Geverê li navenda bajêr belavok belav kirin û ji bo beşdariya li civîna gel a sibê bang kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Geverê, li navenda bajêr belavok belav kirin. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, Hevşaerdarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, HevserokêN DBP û HDP'ê yên navçeyê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Geverê û rêveberên partiya belavok belav kirin.    Di dema belavkirina belavokan de ji bo beşdariya li civîna gel ku dê sibê saet di 13.00'an de li Hêwana Dawetê ya Jiyanê bê lidarxistin, banga li gel hat kirin.