Du keçên êzdî piştî 9 salan hatin rizgarkirin 2023-07-13 18:21:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên YPG-YPJ’ê, piştî 9 salan du xwişkên Êzdî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Xwişkên êzdî diyar kirin ku ew ê tu caran qenciya YPJ’ê jibîr nekin.   Hêzên YPG-YPJ’ê, li Rojavayê Kurdistanê du xwişkên Şengalî Besê Xidir û Aliye Xidir ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û ew radestî malbata wan kirin.   Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo yên ji gundê Solax ê Şengalê, di 3’yê Tebaxa 2014’an de, di fermana 74’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Her du xwişk piştî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji Kampa Holê hatin rizgarkirin. Di dîmenê de ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a YPJ’ê hat parvekirin, xwişkên êzdî qala zilma li wan hatiye kirin, dikin. hovîtiya ku li wan hatiye kirin, dikin.   ‘DIVÊ HEMÛ JIN WERIN RIZGARKIRIN’   Di destpêka dîmenê de Besê Xidir wiha dibêje: “Li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê ez, dayik, bira û xwişka min, em ji Şengalê birin Dêrazora Rojavayê Kurdistanê. Birayê min ji me qetandin. Piştî mehek du mehan dayika min jî ji me qetandin. Dema ku birayê min ji me qetandin, ew birin nav çeteyên xwe. Dema dayika min jî birin, me pirs kir ku dê wê bibin ku, wan got ku dê wê bibin nav dewleta îslamî. Piştî meh û nîvekê çeteyan ji me re got ku dayika we di encama bombebaranê de miriye.”   Besê Xidir wiha didomîne: “Birayê min hat, got dixwazim xwişkên xwe bibim gel xwe mezin bikim, lê çeteyan qebûl nekir û jê re got tu zarok î, çênabe. Wê demê birayê min 12 salî bû. Piştre em birin Bahozê û Kampa Holê. Li wir ji me re gotin hûn ne xelkê Hemisê ne, hûn xelkê Şengalê ne. Em destpêkê matmayî man û me ew fikir qebûl nekir ku xelkê Şengalê ne. Demek bi şûn de, me qebûl kir. Me li Kampa Holê testa xwînê çêkir ka em xelkê Şengalê ne yan na. Li kampê tu zoriyek li me nehat kirin ku ev test were çêkirin. Ji me re gotin ku ger di testên we de derkeve hûn xelkê Şengalê ne, em ê we vegerînin warê we. Heta gotin ku ger vegerin Şengalê û derkeve holê ku hûn ne ji wir in, em ê berpirsyariya vegera we bigirin ser xwe.”   Besê Xidir diyar dike ku li Kampa Holê gelek guman hene ku YPG welatiyên Şengalê ji kampê vedigerîne warên wan û wiha pê de diçe: “Me destpêkê bawer nekir, ji ber ku me nedizanî. Lê bi pişt re me di medyaya dîjîtal de dît ku YPG çawa jinên Şengalê vedigerîne warê wan û di nav xizmên xwe de kêfxweş in. Em spasiya YPG’ê dikin ku em vegerandine. Hêvîdar in hemû jinên Şengalê li xizmên xwe bên vegerandin.   ‘EM Ê QENCIYA YPJ’Ê JIBÎR NEKIN’   Aliye Xidir a 14 salî ku yek ji keçên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin û wiha dibêje: “Em li Kampa Holê di nav malbatan de diman. Ew ne malbatên me bûn û wan nedizanî malbatên me yên rastîn li ku derê ne. Dema ku em nû gihiştin kampê me qebûl nekir. Lê belê, ez naxwazim li ser tiştên xerab ên ku di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de qewimîn, bifikirim. Em zarok bûn, me dayika xwe nedît, niha jî em mezin bûne û hê jî me ew nedîtiye. Ger ez dayika xwe bibînim ez ê gelek kêfxweş bibim. Her kesê ku vedigere, diçe gel malbat û xizmên xwe. Li gel malbatên xwe dimînin û malbatên xwe yên rastîn dibînin.”   Aliye Xidir, qala hovîtiya DAIŞ’iyan kir û wiha got: “Her kesê ku ji destpêkê ve biçe nav çeteyên DAIŞ’ê û kuştinan bibîne, gelekî metirsîdar e. Em jî gelek ditirsiyan. Ji be rku em hatin rizgarkirin em gelek kêfxweş bûn. YPJ’ê bi şêweyeke dostane nêzî me bû. Wan ji me fêm kir û li gel me bûn. Gelek xebat ji bo me kir. Gelek spas ji bo tiştên ku ji me re kirine. Alîkariya bi me re kiriye em ê tu carî jibîr nekin."   Aliye Xidir, herî dawî xwest ku hemû keç û jinên din ên êzdî wek wan werin rizgarkirin û vegerin cem xizmên xwe û azad bibin.