‘ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere' 2023-07-14 09:01:59 WAN - Parêzer Omer Alagoz bilêv kir ku ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.    Saziya Tiba Edlî (ATK), bi raporên xwe berdana girtiyên nexweş asteng dike û li girtîgehê wan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Herî dawî girtî Bişar Yazici (52) ku zêdetirî 2 salan di Girtîgeha Wanê de bû, di 8'ê tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    ‘BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊN HIŞTIN'   Parêzer Omer Alagoz anî ziman ku ATK êdî veguheriye saziyeke fermanê û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Alagoz, axaftina xwe wiha domand: "ATL, gaveke girîng jî navêje. Ev jî dibe sedema mirinê. Li ser hev girtî jiyana xwe ji dest didin. Di demên dawî de ev yek zêdetir bû. Di warê girtiyên nexweş de divê gavên pir cidî bên avêtin. Li gorî rêgeza wekehviyê, di warê biryarên AYM û DMME'yê qet nebe divê cudatiya sûc esas neyê girtin û wekhevî esas bê girtin."   ‘ATK RÊGEZA WEKHEVIYÊ BINPÊ DIKE'   Bi domdarî Alagoz destnîşan kir ku ATK bi awayekî eşkere rêgeza wekheviyê binpê dike û got ku li hemberî girtiyên siyasî polîtîkayeke taybet tê meşandin. Alagoz, anî ziman ku bi sedan girtî çendî nikarin bi tena serê xwe bijîn jî, ji ber biyarên ATK'ê di girtîgehê de mehkûmî mirinê tên kirin û wiha pê de çû: "Giştînameya 'Ji ber nexweşîna domdar, seqetî û extiyariykêmkirina ceza an jî betalkirina ceza' bi xwe re encamek ne anî. Têkildarî vê giştînameyê tu gav neahtin avêtin. Ne şert û mercên girtîgehan ne jî yên girtiyên nexweş hatin başkirin. Ev giştîname tenê navê wê giştîname ye. Tu fêdeya wê li girtiyên siyasî û nexweş tune ye."    Alagoz bilêv kir ku Tirkiye li gor peymanên ku îmzeya wê li binî wan heye tevnagere û got ku ger li gor peymanan hereket bikira, li girtîgehan ev qas kes nedimirin û binpêkirinên mafan çênedibûn.    Di berdewamê de parêzer Alagoz diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilatê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û got ku ger şert û merc neyên başkirin dê rewş xirabtir bibe.