Ji ber doza hevjînê wî, nasnameyê nadinê 2023-07-14 11:14:28   MÊRDÎN - Bi hinceta doz li hevjînê wê Abdullah Ecer hatiye vekirin, nasnameyê nadin Manal Abdusselam a ku ji Amûdê ye û li navçeya Dêrika Mêrdînê dijî.    Manal Abdusselam girêdayî nifûsa Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ev demeke li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dijî. Abdullah Ecer ê jî ji navçeya Dêrîka Mêrdînê ye. Ecer û Abdusselam di sala 2015'an de dizewicin. Şaredariya navçeyê mehra zewaca wan a fermî birî. Abdusselam piştre ji bo nasnameyê bistîne serî li Midûriyeta Nifûsê da û midûriyetê bi hinceta ku derbarê hevjînê wê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatiye vekirin nasnameyê neda. Abdusselam li ser  vê yekê serî li dadgehê da û 8 sal e têkoşîna hiqûqê dide. 2 sal berê jî dadgehê cezayê ji Ecer re dihat xwestin erê kir û ev 2 sal e Ecer di Grtîgeha Espiyeya Giresûnê ya Tîpa L'yê de tê ragirtin. Abdusselam dema diçe hevdîtina Ecer rastî astengiyan tê û dixwaze astengiyên ku li pêşiya wan in bên çareserkirin.    8 SAL E NASNAMEYÊ NADINÊ   Abdusselam destnîşan kir ku yekem car di sala 2015'an de ji bo ku nasnameyê bistîne li Mêrdînê serlêdan kiriye û dosyeya wê ji Wezareta Karên Navxweyî re hatiye şandin û got: "Ji ber dosyeya hevjînê min siyasî ye daxwaza min tê redkirin. Ev 8 sal e ku ez li vir im û nasnameya min tune ye."   Abdusselam anî ziman ku ji ber tunebûna Nasnameyê di serî de nexweşxane li gelek saziyan de rastî astengiyan tê û ji bo ku bi hevjinê xwe re hevdîtinê pêk bîne jî divê ji dozgeriyê destûra taybet bistîne. Abdusselam têkildarî astengiyên ku dikişîne ev tişt gotin: "Ez bi hezaran zehmetî ji bo hevdîtinê bi hevjînê xwe re bikim, çûm Girtîgeha Espiye ya Giresûnê. Tevî ku min nasnameya xwe ya zewacê nîşan da destûr nedan min û gotin ku divê yan tu nasnameya xwe bînî yan jî ji dozgeriyê ji bo hevdîtinê destûra taybet bistînî. Heya ku min destûr ji dozger stend saet bû 16.00. Di vê navberê de her kes hevdîtina xwe pêk anîbû. An ku hevdîtina girtîgehê ji min re bû rezaletî. Di hevdîtina min a herî dawî de, tevî ku kaxizê hevdîtinê bi min re hebû jî, dîsa ji min re astengî derxistin. Min kaxiz nîşan da vê carê jî navnîşanê ji min xwestin, min ew nîşan da ji min re gotin navnîşan di malperê de xuya nake. Dixwazim êdî ev pirsgirêk were çareserkirin."   MA / Ahmet Kanbal