Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes 2023-07-14 12:53:29   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Temer Temel li gundê Setkarê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna kuştina Temel de hatine girtin bû 3 kes.    Welatiyê bi navê Temer Temel (50) di 7’ê gulanê de li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê li pêşiya mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna kuştina Temel de hatine girtin bû 3 kes. Kesên bi navên H.T. û Î.T. (bira ne) ku di çarçoveya lêpirsînê di 27’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin, di 7’ê tîrmehê de sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcê “Hewldana kuştinê” hatin girtin.    Di 10’ê tîrmehê de jî N.T. li Çanakkaleyê, birayên wî M.T. û L.T. jî li Elkê hatibûn binçavkirin. L.T. du roj berê sewqî dadgehê hate kirin û bi sûcê “Hewldana kuştinê” hate girtin. Birayên wî M.T. û N.T. jî hatin berdan.    Bi vê yekê re hejmara kesên ji ber kuştina Temel hatin girtin bû 3 kes.