Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin 2023-07-14 16:27:40 RIHA - Malbata Şenyaşar bal kişand ser dîmenên lêkolîna cihê bûyerê û diyar kirin ku dê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 844’an de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê. Şenyaşar li “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir û pankarta “Ev 5 sal in em li edaletê digerin” vekir.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dayik, ev 844 roj in li pêşiya edliyeyê ye. Di zemarên xwe dibêje; ‘Dîwarên nexweşxaneyê bi xwîna zarokên min boyax kirin.’ Piştî 5 salan me xwe gihand dîmenan. Yê ku komkujî organîze kirî, yê ku nexweşxane veguherandî gola xwîne koma wekîlê berê ye û bi hev re ji nexweşxaneyê derketin. Em ê di 18’ê tîrmehê de ji bo edaletê li Meletiyê bin.”