Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin 2023-07-14 16:51:18   BEDLÎS - Çoltarê gundê Xûlepûr ê navçeya Xîzan a Bedlîsê îro bi du helîkopteran hate bombebarankirin.    Di 2’yê tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û qedexe di 6’ê tîrmehê de bi dawî bûbû. Piştî ku bi ser qedexeyê re hefteyek derbas bû, îro herêm dîsa hate bombebarankirin. Hat zanîn ku îro di danê nîvro de çoltarê gundê Xûlepûrê bi du helîkopteran hate gulebarankirin. Demek piştre jî heman herêm hate bombebarankirin. Liv û tevgera helîkopteran a li ser herêma navborî didome.