Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin 2023-07-14 16:55:19 COLEMÊRG - Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê û waliyê bajêr Îdrîs Akbiyik ji bo nimêja înê berê xwe da mizgeftê. Ji ber nimêja qeyûm bi hinceta ewlehiyê rê hatin girtin û welatiyên dixwestin tev li nimêja înê bibin piştî kontrola nasnameyê û lêgerînê derbasî mizgeftê bûn. Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê û Waliyê bajêr Îdrîs Akbiyik ji bo nimêjê berê xwe da Mizgefta Çatallar a li taxa Bîçerê. Ji ber "ewlehiya" qeyûm rê hatin girtin û welatiyên dixwestin tev li nimêjê bibin ji kontrola nasnameyê û lêgerînê hatin derbaskirin.    PARLAK: ÎBADETÊ JÎ DIKIN ŞOV   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak bertek nîşanî bûyerê da û got: "Qeyûmê Colemêrgê her înê bi çend wesayîtên zirxî û dehan hêzên ewlehîyê dîçe nîmêjê. Welatîyên ku dîxwazîn nîmêjê bîkîn jî kontrola hêzên ewlehîyê tên derbaskirin. Walî bi birina secadeya xwe ya taybet li mizgeftê jî protokolê dide meşandin. Hinek kesên ku dixwazin biçin mizgeftê û nimêjê bikin ji ber rastî miameleya xirab nebin ji mafê xwe yên îbadetê dimînin. Cihên îbadetê ji bo her kesî wekhev e. Nimêja walî dike ji nimêja tu kesê bilindtir nîn e. Waliyê nimêjê jî dike şova û sepanên ewlehiyê dide meşandin bila dest ji van kirinan berde û ji mafê gelê Colemêrgê yê îbadeta xwe bi aramiyê pêk anînê re rêz bigire."