Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin 2023-07-14 21:26:44   BASEL - Di çalakiya ji bo Dag û Er de ku li Baselê hat lidarxistin, hat xwestin ku tavilê daxwazên wan bên bicihanîn û serbest bên berdan.   Li bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman  Er ên ji 23’ê Tîrmeha 2019’an û vir ve li Hewlêrê girtî ne û ji ber kiryarên xerap 58 roj in di greva birçîbûnê de ne, daxuyanî hat dayîn. Çalaki ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK) ve li Claraplatzê hat lidarxistin. Beriya destpêkirina çalakiyê di şexsê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê deqeyek rêz hat girtin.   Endamê Însiyatîfa Hevgirtinê ku li dijî gefên darvekirinê ya li ser Dag û Er li Swîreyê hatiye avakirin, Alî Matûr bi bîr xist ku Leyla Qasim, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Mazlûm Doganan ên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşiyan, di zindanên hêzên mêtinkar de hatine qetilkirin û got: “Îro jî heman konsept ji aliyê partiyeke ku îdia dike helwesta Kurdistanî nîşan dide ve li dijî Kurdên ku ji bo azadiyê têdikoşin tê berdewamkirin.   Matûr diyar kir ku Dag û Er li zîndanên Hewlêrê êşkenceya nemirovane dibînin û anî ziman ku rewşa Dag û Er ne baş e.   Matûr xwest ku daxwazên Mazlûm Er û Abdurrahman Er tavilê bên bicihanîn û serbest bên berdan.