Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e 2023-07-15 09:48:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 59’an de didome. Rewşa girtiyan giran dibe û li gel bangawaziyan jî hikûmeta Başûr têkildarî mijarê tu daxuyaniyan nade.    Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.    Dag û Er, ji bo bidawîkirina binpêkirinên weke lêgerînên keyfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp, di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya Dag û Er di roja 59'an de didome. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Rayedarên Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê heta niha jî têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.    ÇALAKIYÊN BERÊ    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn. Her wiha herdu girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû. Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û hêj didome.    REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ GIRAN DIBE   Dag, di 23'yê hezîranê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî bû û destnîşan kiribû ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xirabiyê ve diçe, di nexweşxaneyê de bijîşk û derman nîn in, 10 roj e ku kesê ji bo serdana wan neçûye cem wan û hevalê wî Er 20 kîlo, ev bi xwe jî 10 kîloyan zeîf bûye.    Malbatên her du girtiyan jî li dijî zextên li zarokên wan têne kirin, banga “xwedîderketinê” kiribûn.   BANGÊN XWEDÎDERKETINÊ   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Înîsiyatîfa Hevgirtinê ya li Dijî Darvekirinê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Mazlum Dag û Abdurrahman Er bang li rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê û raya giştî kiribûn ku bikevin nava liv û tevgerê.