Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn 2023-07-15 13:48:47 AMED/ÊLIH - Xizmên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê de aqûbeta Ebûbekir Aras û Aydin Ay pirsîn ku piştî binçavkirinê tu agahî jê nehatin girtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 753’yan de jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartê ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê.    Piştre jî Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz axivî û serpêhatiya Ebûbekir Aras vegot ku di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    ‘BI PANZERAN SER MALÊ DE GIRTIN’   Çîroka Aras wiha ye: “Aras,  li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî. Di 13’ê tîrmeha sala 1994’an saet derdora 05.00’an de hêzên ewlekariyê bi panzeran bi ser garaja kamyonan a Ebûbekir Aras lê notirvanî dikir de girtin. Di dema serdegirtinê de Aras hat binçavkirin. Di heman rojê de bi ser malên cuda de jî hate girtin û 5 kesên din jî hatin binçavkirin. Hefteyek piştî bûyerê, ji bilî Aras her kes hate berdan. Li ser vê yekê birayê Aras, Abdurrahman Aras çû Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û aqûbeta kekê xwe pirs kir. Polîsên li emniyetê ji Aras re gotin; ‘Ebûbekir, di saetên şeva roja hatiye binçavkirin de hate berdan.’    PIŞTÎ KU DAN CEYRANÊ JIYANA XWE JI DEST DA   Li ser vê yekê Abdurrahman Aras, bi kesên di heman rojê de hatine binçavkirin û berdan re hevdîtin kir. Her pênc kesan jî gotin ku bi hev re hatine binçavkirin, îşkenceyên giran li wan hatine kirin û xistine ceyranê. Her wiha gotin ku dema ceyran didan wan, Ebûbekir jiyana xwe ji dest da lewma jî êdî ew nedane ceyranê. Ji ber şert û mercên wê demê, van her pênc şexsan newêriyan li dadgehê şahidiyê bikin. Birayê Ebûbekir dîsa çû Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û rewşa ku wan kesan şahidiya wê kiriye vegot. Her wiha tiştên ku wan kesan ji wî re vegotine, wî jî li wir vegot. Dema birayê Ebûbekir ev tişt gotin, polîsên bi navên Ramazan û Îbrahîm ji wî re wiha gotin; ‘Ebûbekir niha dijî û divê hûn hinek sebir bikin.’    BAVÊ WÎ SERÎ LI WALÎTIYA MÊRDÎNÊ DA   Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê têkildarî bûyerê belgeyek amade kir û di belgeyê de got ku Ebûbekir Aras piştî binçavkirinê hatiye berdan. Di belgeyê de hat gotin ku Aras di 17’ê tîrmeha 1994’an saet di 05.00’an de hatiye binçavkirin. Dîroka berdana wî jî heman roj saet 20.30 hatiye destnîşankirin. Lê belê xwendin û nivîsandina Ebûbekir hebû û dikariya îmzeyê biavêje lê di bin belgeyê de şopa tiliyê hebû. Her wiha dîroka binçavkirinê ya di belgeyê de jî rast nebû. Bavê Ebûbekir ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Walîtiya Mêrdînê da. Walîtiya Mêrdînê jî di bersiva xwe de wiha got; ‘kurê te serê sibehê hate binçavkirin û di heman rojê saet di 20.30’an de hatiye berdan.’ Tevî hemû hewldanên lêgerînê jî heta niha jî tu agahî ji Ebûbekir Aras nehatine girtin.”    Piştî xwendina serpêhatiya Aras, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    DI 10’Ê TÎRMEHÊ DE HATE REVANDIN    Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 589’an çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Xizmên Windakiriyan, parastvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê tev li çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî di daxuyaniyê de axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn û faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin û banga edaletê kir.    Piştre jî serpêhatiya Aydin Ay ê 27 salî hate xwendin ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de li Taxa 19 Mayis a Êlihê hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Piştî xwendina serpêhatiya Ay, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.