Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin 2023-07-15 14:38:50 EDENE - Qeymeqamê navçeya Yuregirê Mûstafa Kiliç bi sedema "Alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin li ser xwe zîmet kiriye" hate girtin.     Mehek berê derheqê Qeymaqamê navçeya Yuregîr a Edeneyê Mûstafa Kiliç de bi îdiaya "Ji mexdûrên erdhejê pere kom kiriye û li ser xwe zîmet kiriye" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Mufetîşên Wezareta Karên Hundir mijar lêkolîn kirin û qeymeqam Kiliç 2 hefte berê ji peywirê hate dûrxistin. Wezaretê, qeymeqam Kiliç li Nîgdeyê weke alîkarê walî peywirdar kir. Lê belê Kiliç ji ber lêpirsîna der barê wî de hatiye vekirin, ji kar hate dûrxistin.    Piştî ku mufetîşên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî rapora xwe ya li ser bûyerê amede kirin, Qeymeqam Kiliç duh ji hêla Midûriyeta Polîsan a Edeneyê ve hate binçavkirin.   Qeymeqam Kiliç piştre jî sewqî Dadgeriya Cezayên Sûlhê ya Nobedar hate kirin û bi heman sedemê hate girtin.