Li Bismilê civîna gel 2023-07-15 21:30:21 AMED – Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak ku di civîna gel a Bismilê de axivî, got: "Em di hilbijartinê de bi ser bikevin an j bi ser nekevin jî, dê têkoşîna me ya ji bo çareserkirina meseleya kurd bidome."    Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî encamên hilbijartinê di çarçoveya xebatên jinûvesazkirinê de civînên xwe yên bi gel re didomînin. Îro li navçeya Bismilê ya Amedê civîn bi gel re hat kirin. Civîn li avahiya HDP'ê ya Bismilê hat lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên KEsk ê Rihayê Omer Ocalan û Parlementera AMedê Ceylan Akça Cûpolo, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak, Parlementerê HDP'ê yê berê Îmam Taşçier, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî û gelek welatî tevlî civînê bûn.    Beriya civînê deqeyek rêzgirtin ji bo kesên li Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hat girtin. Paşê Cahît Kirkazak axivî. Kirkazak bilêv kir ku di destpêka pêvajoyeke nû de ne û got ku dê bi ser bikevin. Kirkazak sedsaliya Peymana Lozanê bibîr xist û got: "Di ser Peymana Lozanê re 100 sal drbas bûn. Dîsa hêzên navdewletî û dewletên herêmî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin destkeftiyên kurdan bifetisînin. Lê hêzên navdewletî û Tirkiye baş dizanin ku ger Abdullah Ocalan rola xwe bilîze dê bi kêrî hêzên kapîtalîst û merpayl neyeê û ji ber vê tecrîdê giran dikin. Ji bo serketina vê têkoşînê, ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan divê em li hemû qadan bitêkoşin."   'PÊDIVIYA ME BI PÊŞNIYAZÊN WE HEYE'   Kirkazak bal kişand ser girîngiya pêşniyazan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kêmasiyên me yên di hilbijartina borî de çi bûn û em ê çawa bi ser biekvin. Em dixwazin van tiştan nîqaş bikin. Helbet hilbijartin ji bo me girîng bûn, lê ne hilbijartineke man û nemanê bû. Em di hilbijartinê de bi ser bikevin an j bi ser nekevin jî, dê têkoşîna me ya ji bo çareserkirina meseleya kurd bidome."    Paşê civîn bi awayekî ku ji çapemeniyêr e girtî dewam kir. Hin pêşniyazên hatin kirin wiha ne:   "*Qelsbûna têkiliya namzetan a bi gel re   *Tifaqên ku di pêvajya hilbijartinê de hatin avakirin û namzetên piştgiriya wan hatin kirin, ne ji bo berjwendiyên gelê kurd bûn   * Dûrketina ji siyaseta 'Rêya Sêyem'   * Di nava partiyê de zêdebûna çîna navîn û bi vê çînê re nebidestxsitina destkeftiyan   * Esasnegirtina rexneyên ku heya niha hatine kirin."    Her wiha welatiyan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîdê bang kirin.    Civîn li gundê Seletê, Hola, Haciya Kurdan û Sergewrayê dewam kir.