‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket' 2023-07-16 09:02:27 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulaku bal kişand ser pêşniyazên qanûnên ku dê di Meclisê de bên nîqaşkirin û got ku di nava van qanûnan de ji bo girtiyên siyasî tiştek tune ye. Hulaku destnîşan kir ku ji nava van qanûnan dijminatiya li dijî kurdan derketiye.    Piştî Covîd-19'yê di 14'ê nîsana 2020'an de hin qanûnan hatin çêkirin û bi van qanûnan 90 hezar girtiyên edlî hatin berdan. Lê belê girtiyên siyasî nehatin berdan. Piştî vê sererastkirina qanûnî ku wekî efûya sergirtî tê binavkirin, di 29'ê kanûna 2020'î de li heberî girtiyên siyasî Lijneyên Îdare û Çavdêriyê hatin avakirin. Bi van lijneyan jî berdana girtiyan a bi şertî bi hin şertên wekî "rewşa baş" hat girêdan. Bi vê yekê re heya niha herî berdana 217 girtiyên siyasî hatiye astengkirin. AKP, niha jî hin qanûnên din berpêşî meclisê kirine. Di nava van qanûnan de cihêkariya di navbera girtiyan de jî heye.    Li gor sererastkirina nû, kesên mirovan bikujin û 20 sal ceza wergirtin dê 3 sal û nîvan, kesên diziyê bikin û 16 sal ceza li wan bê birîn dê 3 mehan, kesên destdirêjiyê bikin û 9 sal ceza li wan bê birîn û kezên talan kirine û 16 sal ceza li wan bê birîn dê 3 mehan û kesên ji ber tiryakê bên girtin û 12 sal ceza li wan bê birîn jî dê tenê 6 mehan di girtîgehên girtî de bimînin. Lê ji bo girtiyên siyasî tu sererastkirin nehat kirin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Çewligê Omer Farûk Hulaku bertek nîşanî vê da.    DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN   Hulaku destnîşan kir ku ji vê sererastkirina AKP'ê çete, kujerên jinan û destdirêjkar sûdê digirin û got ku di 3 salên dawî de di tu qanûnên hatine çêkirin de ji bo girtiyên siyasî tiştek nehatiye kirin. Hulaku ku got "ji di sererastkirina der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derkrt" wiha domand: "Nêrîna wan a li girtiyên siyasî neguherî. Her wiha wekî berê heman sererastkirinên înfazê çêkirin. Ji xeynî girtiyên siyasî dê he rkes sûdê ji vê bigire. Girtiyên nexweş ên ku ATK ji bo wan dibêje 'nikarin di girtîgehê de bimînin' jî bernadin. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş bi mirinêr e rû bi rû hatine hiştin. Lê dîsa jî bi muameleyên li dijî mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Gava wan dibin nexweşxaneyê wan bi awayekî kelemçekirî, bi awayekî ji paş de kelemçekirî dibin."    Hulaku bilêv kir ku dê dijminatiya li dijî kurdan vê desthilatê paş de bibe.