ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist 2023-07-16 15:22:16 RIHA - ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn pêk anî. Di kongreyê de beşdaran nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Kongreya xwe ya Asayî ya 17'emîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê li dar xist. Emîne Şenyaşar, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Ferît Şenyaşar, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, nûnerên partiyên siyasî, pêkhateyên Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Rihayê, nûnerên saziyên hiqûqê û  rêxistinên civakî jî beşdarî kongreyê bûn. ÎHD’ê kongreya xwe diyarî çalakiya edaletê ya Malbata Şenyaşar kir.    NERAZÎBÛN NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN   Kongreyê bi rêzgirtina ji bo kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê ÎHD'ê yê Rihayê Mustafa Wefa derbarê faliyetên salane ya komeleyê de axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser sepana tecrîde ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku belavî hemû girtîgehan bûye.    Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku sepanên li dijî hiqûqê berdewam dikin û got ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe û divê hemû kes li dijî vê bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Şenyaşar bal kişand ser danaşîna birayê xwe Fadil Şenyaşar ku di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bê lidarxistin û got: “Heke di 18’ê tîrmehê de edalet pêk were daye wê biçe mala xwe lê heke edalet pêk nayê em ê têkoşîna xwe li Enqerê berdewam bikin.”   Piştre jî Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan û gelek kesên din axivîn û bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.    Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û rêveberiya nû diyar bû.   Navên rêveberên nû hatin bijartin wiha ne: Zeynep Dîlek Polat, Songul Arpa, Mustafa Vefa, Serdil Îzol, Ahmet Ceylan, Gokhan Dayik û Îsmaîl Tutal.