Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e 2023-07-16 15:30:45 NAVENDAN NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de anîbû ziman ku NATO "rêxistina êrişê" ye û diyar kiribû ku AKP alava pêkanînên plansaziyên NATO'yê ye û dabû zanîn ku hevkariya wan "Plana tesfiyekirna kurdan" e.    Rêxistina wekî NATO tê zanîn di 4'ê Nîsana 1949'an de li Belçîkayê bi navê Teşkîlata Lihevkirina Atlantîk a Bakur" hate avakirin. li gel 12 welatên avakar tevî Tirkiyeyê 17 welat tev li vê avabûnê bûn. Li gel Yekitiya Sovyetê di sala 1991'an de wek fermî belav bû, serdema şerê sar jî qediya lê belê li gelek welatên cîhanê bi navê Gladioyê rêxistineke veşartîya ku ji bo mudaxileyên siyasî, aborî, leşkerî hate avakirin.   NATO ya ku ku pergala cîhanê guheriye tevî Devletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) li gel Tirkiyeyê peymana tesfiyekirina kurdan didomîne. Ev lihevkirin di mijara endamtiya Swêdê ya NATO'yê de ji bo di bin navê "têkoşîna bi terorê re" li dijî kurdan bû mijara bazarê.    Rêberê PKK Abdullah Ocalan komploya li dijî şexsê xwe hatiye pêkanîn, tecrîda ku 24 sal e lê tê girankirin weke biryara NATO'yê pênase kir û di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re kiribû de têkildarî xebatên Gladyoya Taybet a girêdayî Gladyoya Neteweyî axivîbû.    BI BIRYARA NATOYÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ew di encama komployekek navneteweyî û bi biryara NATO'yê hatiye desteserkirin, di hevdîtina xwe ya di 10'ê gulana 1999'î de ev tişt gotibûn: "Bala xwe bidinê, wê roja daketina me ya hemû welatên Ewropayê hate qedexekirin. Prîmakov jî wê rojê qedexe kir. Divê ev yek were tespîtkirin. Derheqê min de biryara NATO'yê jî heye. Ez naveroka vê biryarê nizanim. Bi qasî ku ez dizanim bi şertê berdana çekê, çareseriya demokratîk hebû. Di derbarê min de biryar di sala 1996'an de hate girtin. Ger ku min li dijî biryara NATO'yê li ber xwe daba dê kştina min ger ku ez dîl bihatama girtin jî çareserî pêk bihata."   Ocalan di hevdîtina xwe ya di 13'ê kanûna 1999'an de destnîşan kir ku komplo di esasiya xwe de li Tirkiyeyê re hatibû kirin û wiha got: "Kes nikare bi dîrokê re bilîze. Min rewşeke pir tarî dît. Girtina min karê navenda NATO'yê ye. Gelo subayên NATO'yê yên li Yewnanîstanê gelo ji bo ku qenciyekê li Tirkiyeyê bikin an ji bo ku serê Tirkiyeyê têxin belayê ez taslîmî wan kirin. Di vê gavê de listika herî mezin li Tirkiyeyê hatiye kirin. Ez dibêjim em lêkolîn bikin. Di nava NATO'yê de di hêla îstîxbaratê de rêxistinbûna subayan heye. Xebata 20 salan ya Kostulas ya di nava NATO'yê de heye. Ez ji sedî sed nabêjim. Gelo ji ber heskirina Tirkiyeyê ez teslîmî wan kirim yan ji ber îmhakirina min?"   LINGÊ NATO'YÊ YÊ LI TIRKIYEYÊ: JÎTEM   Abdullah Ocalan anî ziman ku kapîtalîzma kurawî li herêmê û li dinyayê listkikan dilîze di hevdîtineke xwe ya 24'ê adara 2010'an de wiha axivî: "Navenda van liskikan London e, li pey wê jî Ingîlistan û DYA hene. Ev hêzene îro vi bikaranîna van polîtîkayan daxwazên xwe dixin meriyetê. Ji destpêka pêngava 15'ê Tebaxê ev hêz bi mev ve mijûl dibin. Nêzîkatiya Elmanyayê ya li dijî me tê zanîn. Heya niha polîtîkayên NATO'yê yên li ser me ji hêla Elmanyayê ve haatin birêvebirin. Jixwe polîtîkayên NATO'ê yên li ser Tirkiyeyê li Elmanyayê tên amadekirin û bi revebirin.Almanya lingê polîtîkayên NATO'yê yê herêmî ye. Elmanya polîtîkayên NATO'yê li Tirkiyeyê dan meşandin. Tam 15 salan lingê Gladyoyê yê li Tirkiyeyê JÎTEM'ê li dijî me dane xebitandin. Ya rastî ev Ergenekon piştî ku JÎTEM derşîfte bû hate avakirin. Di sala 1999'an de JÎTEM hate tesfiyekirin û li şûna wê Ergenekon hate avakirin.    TAWÎZÊN NATO'YÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ   Rêberê PKK'ê di heman hevdîtinê de bi bîr xist ku NATO ji bo ku ji Tirkiyeyê hin tavîzan bistine di mijara kurdan de gavan diavêje û got: "Lêbelê dema ku NATO dît ku desthilatdariyên li Tirkiyeyê ji daxwazên wan dûr ketin deqeyekê nasekinin û wan ji çavan derdixin. Binêrin Menderes dê biçûya Rûsyayê, ji ber vê yekê hate tesfiyekirin. Dîsa Demîrel j3i dê biçûya Rûsyayê ew jî hate tesfiyekirin. Herwiha tenduristiya Ecevît jî ji ber ku di hêla operasyona Iraqê de destûr neda tenduristiya wî xera kirin û wî tesfiye kirin.    PAKANÎNERÊ POLÎTÎKAYÊN NATOYÊ   AKP pakanînerê polîtîkayên DYA û NATO'yê ye. AKP ji bo pêkanîna van polîtîkayan amûrek e. Ji vê pêdetir tu wateya AKP'ê nîn e. Vêga hewl didin ku bi destê AKP'ê hin tiştan têxin dewrê. Ya rastî haya piştgirên AKP'ê û Kurdên di nava AKP ji tiştên pêk tên nîn e. Çi dibe û çi diqewime tenê Erdogan dizane. Ji vê rewşê tenê Erdogan û Başbûg agahdar in. Her du di civînên heftane ên di navbera xwe û yên li derveyî welêt de pêk tînin têkildarî kurdan in û biryarên wan jî li ser vê yekê ne. Biryarên hemû operasyonan di van civînan de tên girtin, divê ev yek wiha bê zanîn. Xema AKP'ê ya bi çareserkirina pirsgirêkê nîn e, wekî ku çareser dike xwe dide xuya lê belê çareser nake. Polîtîkayên DYA'yê dimeşîne. Herwiha dikare ji gavên ku diavêje jî xwe bide paş. Ji ber ku tu bingeheke zagonî-kanûnî yên ku ew davêjin tune ye."   MUDAXILEYA GEŞEDANÊN CIVAKΠ   Abdullah Ocalan bal kişand ser endamtiya pêvajoya Tirkiyeyê ya bi NATO'yê re û diyar  kir ku rêxistina Gladioyê di mudaxileya buyerên civakî de bi roleke girîng radibe û di hevdîtina xwe ya 12'ê çileya 2011'an de ev nirxandin kiribû: "Hûn dizanîn Gladio rêxistina şerê taybet ya NATO'yê ye. Heya salên 1980'yan Gladioya NATO'yê û Gladioya Tirkiyeyê bi hev re bûn. Ji bo baştir bê famkirin mînakekê bidim. Revandina Agva ya ji Girtîgeha Maltepeyê ji bo ku sûîqest li Papa bê kirin hate pêkanîn. Ev yek mînaka yekbûn û wekheviya Gladioya NATO û Gladioya Tirkiyeyê ye. Ji bo perçeyeke listika mezin tirkekê bi kar tînin. Piştî darbeya 1980'yan di navbera wan de hin cudahî derketin. Gotinên Kenan Evren ên 'Gladioya NATO'yê û Gladioya Tirkiyeyê di salên 80'yan de cûda bûn, di salên 90'î de serbixwe bû' rewşê baş dide femkirin.    MUDAXILEYA DERKANÛNÎ YA NATO'YA YA LI DIJÎ PKK'Ê   Listina Gladioya NATO'yê ya li ser PKK a yekem sala 1985'an de ye. Piştî saleke pêngava PKK'ê ya bi çekî, hatiye sepandin. Lê belê ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê; Sala 85'an sala yekem mudaxileya PKK'ê ya Gladioya NATO'yê ye. Piştî pêngava PKK'ê ya bi çekî pêk hat selek şûnda Gladioya NATO'yê li dijî xwe sipart madeya Peymana NATO'yê ya 5'emîn. Li gorî vê madeyê êrişa li dewleteke endamê NATO'yê hatiye kirin wekî li hemû endamên NATO'yê hatiye kirin tê destgirtin. Vaye NATO xwe dispêre vê madeyê û di sala 1985'an de mudaxileyê li PKK'ê dike. Tirkiye dibêje madeya 5'emîn a NATO'yê nehatiye sepandin. Jixwe ev mudaxile bi biryareke zagonî û kanûnî nehatiye kirin, nehatiye parvekirin, wek şêwazeke Gladioyê veşartî, şerê taybet hatiye destpêkirin û meşandin.    HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ NATO'YÊ ACIZ KIR   Tê zanîn ku navenda Gladioya NATO'yê Elmanya ye. Elmanya di sala 1987'an de PKK wek rêxistineke terorê qebûl kir û helwesta NATO'yê piştrast kir. Bi vê biryara sala 1987'an a Elmanyayê li ser PKK'ê ve hatin. Bi bandora vê yekê re li gelek cihan xebatên PKK'ê hatin qedexekirin. Herî dawî Yekitiya Ewropayê (YE) di serê salên 2000'î de PKK xist nav lîsteya "rêxistinên terorê" û vê pêvajoyê temam kir. Şerê Tirkiyeyê û PKK çawaniya têkiliyên Gladioya NATO û Gladioya Tirkiyeyê jî guherand. Gotinên Kenan Evrên ên min qala wan kiribûn vê yekê piştrast dike. Bi darbeya Çîllerê Gladioya Tirkiyeyê serbixwe bû. Helwesta Ozal a êrenî ya ji bo pirsgirêkan kurd çareser bike tê zanîn. Herwiha hewldanên çareseriya erênî yên Ozal û Fermandarê Cendirmeyan ê Giştî jî hebûn. Ev helwest Gladioyê axiz kirin. Herwiha tê bîra min piştî ku Mehmet Alî Bîrand bi min re roportaj pêk anîn Ozal Bîrand pê telefonê geriya û jê re got 'te min di rewşek zehmet de hişt. serê min xist belayê, dê niha bi ser  min de werin' tên zanîn. Jixwe du sê rojên piştî vê axaftinê Kartal Demîrdag sûîqestê li dijî Ozal pêk tîne. Ozal ji van talûkeyan haydar bû. Lê belê xwe ji van karan neda paş û bi wêrekî xwest ku vê pirsgirêkê çareser bike. Ozal tenê ma û xwest vê pirsgirêkên çareser bike lê belê ev gave bû dawiya wî. Lê hêj jî dosyeya li ser mirina wî nehatiye girtin, serdozgerî hêj jî di asta lêpirsînê de ye.   ENCAMÊN JI QIRKIRINA FÎZÎKÎ GIRANTIR   Piştî kuştina Ozal diyar e ku rê li ber Serokwezîrtiya Çîller û Serfermandariya Giştî ya Dogan Gureş hate vekirin. Ev dema dema herî tarî ya Komara Tirkiyeyê ye. Serxwebûna Kenan Evren qal dikir ev bû. Ev darbeya Çîllerê ye. Di vê demê de şewitandina 4 hezar gundan, valakirin û koçberkirina sed hezaran kurdan, herwiha qetilkirina deh hezarên wan hene. Bi tena serê xwe ev bûyer ji tiştên li serê Ermenan û Rûman hatine kirin girantir in. Ev demê ji qirkirinên fîzîkî yên li Ermên û Rûman hatine pêkanîn girantir encaman derxist holê. Dibe ku encama serkeftî ya li Ermen û Rûman hatiye pêkanîn li ser kurdan nehate kirin lê belê tişta ku dixwestin û daxwaza wan herî kêm ya ku anîne serê wan bû."   BI HEVDÎTINA ERDOGAN-BUSH BIRYARA TASFIYEYÊ   Abdullah Ocalan gotinên Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair ên di salên 1990'î de anîbû ziman ên "Tu polîtîkaya me ya ji avakirina herêma kurd ya li Bakurê Iraqê nîn e" bi bîr xist û di hevdîtina xwe ya 19'ê çileya 2011'an de wiha axivî: "NATO bi vî awayî li dijî me piştgirî da Tirkiyeyê. Lê belê NATO di civîna sala 2007'an a ya di navbera Erdogan û Serokê DYE'yê yê 43'emîn George W. Bush pêk aniye de bi piştgiriya AKP'ê biryara tesviyekirina Gladioya Tirkiyeyê da. Di nava artêşê de yên ku desthilata AKP'ê qebûl dikirin hebûn û yên ku qebûl nedikirin jî hebûn. AKP li gel kesên wî qebûl dikirin ku ev ji kesên aligirê NATO'yê bûn bûn pêk dihat, bûn yek û aliyê ku desthilatdariya AKP qebûl nedikir û dixwest xweser be, tasviye kir. Anku Gladio bi tememî nehat tasviyekirin. Bi aliyeke Gladioyê re levkirinê pêk anîn. Divê ev yeke wisa bê zanîn. Ev Gladioya em jê re dibêjin a NATO'yê wisa biçûk nîn e û belavî qadeke gelek mezin bûye. Ji Tirkiyeyê ber bi Afganîstanê û heya Pakîstanê jî belav bûye. Bûyera çewal a li Slêmaniyê jî bi vê re girêdayî ye. Gladioya li wê derê xweser bûye dixwest amadekariya sûîqestê li Telabanî bike. Lê belê her kêliya wî dişopandin û di kêliyê de jî mudaxile lê kirin. Bûyera çewal li ser vê yekê hat pêkanîn. Hinek başûrî di nava vê Gladioyê bûn. Li wir yekîneyeke 3 hezar a Tirkan hebû."   JI GLADIOYA NETEWEYÎ BER BI GLADIYA TAYBET   Abdullah Ocalan diyar kir ku Gladioya li Tirkiyeyê di sala 1950'ê de xwe rêxistinkiriye "Gladioya Neteweyî" bi destê Tansû Çîllerê di salên 1990'î de xweser bû û bi destê desthilatdariya AKP'ê taybet bûye û di hevdîtina xwe ya parêzer a 2'yê sibata 2011'an de ev tişt aniye ziman: "Li gel ku min di sala 1999'an de min anîn Tirkiyeyê kesên di nava vê Gladioya Xweser ên herî zêde bi me re şer kirine fam kirin ku ev pirsgirên bi vî awayî nayê çareserkirin û dê nikarin bi vî awayî me tune bikin. Xwestin bi hin rêbazên din pirsgirêkê çareser bikin û digotin hewce ye li vir bi min re hevdîtin were pêkanîn. Ew kesên ku nedixwestin bi me re şer bikin û xwe nedidan ber şer ji derve hate hiştin û hate tasfiyekirin. Yên ku dixwestin şer bikin û di nava şer de cih bigirin di nava "Gladioya Taybet" de hatin girtin û meşiyan. Hinek ji wan ên li Sîlîvriyên têne darizandin ên ku şerê bi me re dihat kirin red dikirin û şerî wek çareserî nedidîtin in. Ev piştrast bûye."   DI QIRKIRINA KURDAN DE LIHEVKIRIN   Rêberê PKK di heman hevdîtinê de ev tişt gotin: "Peymana Erdogan û Bush. Bi vê peymana Washingtonê Bush hate qanehkirin. ABD piştgiriya xwe ji van kişand, bi AKP'ê re li hev kir. Dîsa di sala 2007'an de peymana AKP û Buyukanit ya Domabahçeyê heye. Di qirkirina kurdan de li hev kirin. Bi saya vê yekê rê li ber 'Gladioya Taybet' a AKP hate vekirin. Tiştên îro tên jiyîn operasyona bi destê "Gladioya Taybet" a AKP'ê ya bi saya "Gladioya Xweser" a bi darbeya Gureş û Çîller hatiye avakirin e.   BI ŞERTÊ PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ SERÊ KURDAN!   Ocalan bilêv kir ku Gladioya NATO'yê û Tirkiyeyê bi peymana DYA plana xelaskirin û tasfiyekirina kurdan xistiye dewrê û di hevdîtina xwe ya di 18'ê gulana 2011'an a bi parêzer re kiriye de wiha got: "Bi şertê piştgiriya Tirkan a li Rojhilata Navîn serê Kurdan dê ji Tirkan re were dayîn. Di vê mijarê de bi DYA re li hev kirine, ev peyman li ser tunekirina Kurdan e. Lê belê Tirkiye bi DYA re di mijara Rojhilata Navîn de ji ber Kurdan tam li hev nekiribûn. Ji ber Kurdan hin xalan de nelihevkirin hebûn. Lê belê niha wan nelihevkirinan di nava xwe de çareser kirine. Bi şertê piştgiriya Tirkiyeyê ya di Rojhilata Navîn de di şexsê KCK'ê de dê serê Kurdan dê bê dayîn. Peyman ev e."