Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev 2023-07-16 16:45:01 MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di kongreya ÎHD’a Mêrsînê de axivî û got: “Em ne ku dixwazin bibin pîroz, em dixwazin bibin xwedî mafên wekhev.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê Kongreya Asayî ya 18’emîn li dar xist. Kongre li eywana mehrbirînê ya Şaredariya Yenîşehîra Mêrsînê pêk hat. Kongre diyarî qurbaniyên erdhejê hat kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li Mêrsînê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de canê xwe ji dest dane rêz hat girtin. Rapora xebatê hat xwendin. Serokê ÎHD’a Mêrdînê Hakki Demîr diyar kir ku wan wek her demê li dijî binpêkirinên mafan têkoşînê bi rê ve birine.    Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Alî Bozan û Perîcan Koca jî di kongreyê de axaftinên kurt kirin.   KESKÎN: RÊXISTINEK XETERNAK HEYE    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku sazî û dezgeh di pêvajoyek gelek bi zehmet de derbas dibin û got: “Îro pêvajoyek zor heye. Awayê dewletê jî guherî. Me berê li dijî mîlîtîrazmî têkoşîn dida, lê îro hin bêtir rewş û rêxistinek xeternak heye. Em bi milîtîrazmê re li dijî hikûmetê jî têdikoşin. Têkoşîna kurdan û rêxistinên jinan li ber çavan e. Têkoşîn pir bi bandor berdewam dike. Her ku em xurt dibin, li dijî me zimanê nefretê û cihêkariyê jî zêde dibe. Berê îşkenceyê înkar dikirin, lê niha bi eşkereyî dibêjin ‘me kiriye’. Tayyîp Erdogan dibêje ‘jin pîroz in’. Em ne ku pîroziyê dixwazin, em mafên xwe yên wekhev dixwazin. Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan zêde bûne. Girtiyên nexweş li ber mirinê ne nayên berdan. Tevî vê yekê jî em li kolanan têkoşîna xwe didomînin.”   Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Battal Gazî Încî, Bekîr Sitki Keçecî, Îsmet Kaplan, Zumeyra Ogûz Temûr, Hîlal Ergen, Huseyîn Îlîk û Bariş Aslan ji bo rêveberiya nû ya komeleyê hatin bijartin.