Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin 2023-07-16 17:03:10 MÛŞ - Keça bi navê E.K. (15) ku li Mûşê ji aliyê Mûhammed Ardil ve hatibû revandin hate dîtin.    Li gundê Ajmanûk ê girêdayî navenda Mûşê keça bi navê E.K. ya 15 salî di 14 tîrmehê de ji aliyê Muhammed Ardil ê dixwest bi darê zorê pê re bizewice ve hatibû revandin. E.K. li gundekî girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlîgê hate dîtin. Hate diyar kirin ku keça 15 salî radestî malbata wê hatiye kirin.