Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e 2023-07-16 20:07:30   BEDLÎS - Wekîlê Partiya Çepên Kesk ê Bedlisê Huseyîn Olan ê çû herêma ku li navçeya Xîzanê weke “herêma ewlekariyê ya taybet” hate îlan kirin, destnîşan kir ku herêm bi rojan e tê bombekirin û got: “Meseleya esas ew e ku gundî gundan vala bikin.”   Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 2’yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û pişt re operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin. Piştî operasyon xelas piştî hefteyekê heman herêm weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate îlankirin. Bombebarandina li herêmê berdewam dike. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê Huseyîn Olan û Sema Çaglar Gokalp serdana herêmê kirin. Olan ê li herêmê axivî, bal kişand ser qirkirina xwezayê ya li vê derê qewimî.    Olan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nêzî 10 roj in her der bi şev û roj tên bombebarandin. Qirqirineke xwezayê ya mezin tê kirin. Meseleya esas ew e ku gundî gundan vala bikin. Aramiya gundiyan nema ye. Ji ber bi şev û roj herêm tê bombebarandin mirov di rewşeke zor de ne.”