ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-17 09:00:18   * Rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî 400 rojan di girtîgehê de man, diyar kirin ku di çarçoveya operasyoneke mîzansen de hatine girtin û wiha gotin: “Em ê şopa heqîqetê bidomînin.”    * Kesên ku xwe weke polîsên TEM’ê dan nasîn kîs xistin serê Mazlûm Çelîk ê 24 salî û ew revandin. Çelîk ê polîsan di şikeftekê de 11 saetan îşkence lê kirin diyar kir ku ew kesên wî revandine gorek ji bo wî kolan e û gefa kuştinê lî wî xwarin e û jê re gotine, “Em ê cilên gerîla li du polîsan bikin û li cem te wêneyan bikişînin.”   * Civînên gel ên HDP û Partiya Çepên Kesk ku dane destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bike. (10.00-19.30)   * Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Aynur Sarica dê li buroya partiya xwe ya li Amedê têkildarî xebatên Meclisa Jinan civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)