Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava 2023-07-17 09:04:59 AMED - Rojnameya Xwebûnê ya vê hefteyê bi manşeta "Şoreşa Xwerêvebirinê" bal dikişîne ser Şoreşa Rojava.     Hejmara 187’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Şoreşa Xwerêvebirinê”derket. Rojnameyê di manşeta xwe de bal kişandiye ser Şoreja Rojava û der barê mijarê de bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm re axiviye. Her wiha di rûpelê jinê û kirmanckî de jî der barê Şoreşa Rojava de nivîs û nûçeanalîz hene.   Rojnameyê di surmanşeta xwe de jî cih daye hevpeyvîna ku bi Bedevka HDP’ê Ebrû Gunay re hatiye kirin. Gunay, têkildarî civînên wan ên navendî û bi gel re axivî ye û nirxandinan kiriye.  Di rûpela jinê de ji bilî Şoreşa Rojava bi rojnameger Safiye Alagaş ku beriya demekê hatibû berdan re der barê berdana 15 rojnamegerên girtî de nûçeyek hatiye çêkirin.    Her wiha di rûpelên rojnameyê de der barê tecrîd, talankirina ekolojiyê, berdana rojnamevanan de nûçe û nivîs hene.