Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye 2023-07-17 10:41:50   NAVENDA NÛÇEYAN -Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 61’emîn de didome.    Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.    Dag û Er, ji bo bidawîkirina binpêkirinên weke lêgerînên keyfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp, di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya Dag û Er di roja 61'emîn de didome. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Rayedarên Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê heta niha jî têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.    HEWLDANÊN MALBATAN   Malbatên Dag û Er ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin duh çûn Hewlêrê. Malbatan serdana Desteya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Hewlêrê kirin.