Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn 2023-07-17 11:13:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Dolmîşa karkeran çandiniyê ji Şirnexê ber bi Duzceyê ve dibir, di rê de wergeriya û 4 jê bi giranî bi giştî 24 kes birîndar bûn.    Dolmîşa ku şifêrtiya wê Huseyîn Ç. dikir dema ku karkerên çandiniyê ji Şirnexê dibir Dûzceyê di xaçerêya Yazihuyuk a bajarê Nîgdeyê de ji kontrolê derket û wergeriya kêleka rêyê. Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 jê bi giranî bi giştî 24 kes ango karkerên çandiniyê birîndar bûn. Ji birîndaran 11 jê rakirin nexweşxaneyên li Nîgdeyê, 13 kes jî rakirin nexweşxaneyên li Nevşehîrê.