Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê 2023-07-18 09:07:26 MÊRDÎN - Di navçeya Dêrikê ku di her taxa wê de qereqol hene, xaniyên kevn û kavilên dîrokî bûne “navendên madeyên hişbirê”.    Welatiyên li navçeya Dêrika Mêrdînê ji ber zêdebûna bikaranîna medeyên hişbirê bi fikar in. Piştî pêvajoya qedexeya derketina derve, hêzên leşkerî navçeyê dorpêç kirin, êrişên berfireh pêk anîn û piştre jî li her taxê qereqol hatin avakirin. Hema bêje li hemû serê girên Dêrikê qereqolên leşkerî hatin çêkirin û di ketina her taxê de cihên kontrolkirinê hene. Welatiyan diyar kir ku tevî ewqas hêzên ewlehiyê û dorpêçê jî dewlet dengê xwe dernaxe û bertek nîşanî zêdebûna bikaranîna madeyên hişbirê dan.    YÊN HATINE TESLÎMKIRIN DÎSA LI KOLANAN IN   Welatiyên ji ber negirtina tevdîran, gelek firoşkarên hişbirê bi derfetan xwe girtin, şîret kirin û dawiya dawî teslîmî polîsan kirin. Li ser vê yekê firoşkarên hişbirê yên ku çend rojan an jî hefteyan ji holê rabûne, ji nû ve dîsa derdikevin meydanê. Her çiqas welatiyên ku firoşkarên hişbirê li dor xaniyên kevn û kavilên dîrokî dibînin û hişyar dikin jî, ev der dibin navenda bikaranîna madeyên hişbirê.    ALAVÊN HIŞBIRÊ DI HOLÊ DE NE   Kavilê di bin qûlubeya cendirmeyan ya li taxa Çiya ya navenda navçeyê, bûye cihê sereke yê ku madeyên hişbirê lê tên bikaranîn. Di hundirê kavil de alavên bikaranîna madeyên hişbirê û bermayiyên hişbirê tên dîtin. Tevî ku Qeymeqamê navçeyê gotibû dê kavil were nûkirin jî, heya niha tu xebat nehatin kirin û îhtîmala xerabûnê ya kavil jî heye. Kavil hemen demê de ji cihên sereke yên bikaranîna hişbirê ye.    Banê xaniyeke vala ya di heman taxê de ye jî, bi heman awayî ji hêla kesên hişbirê dikişînin ve tê bikaranîn û firoşkarên hişbirê şev li kolanên wê taxê bi serbestî digerin.   ‘HER KES ÇAVÊ XWE LÊ DIGIRE'    Welatiyên pê piştrast in ku medeyên hişbirê bi destê hêzên ewlehiyê dikevin navçeyê destnîşan dikin ku tiştek nayê kirin û zaroken wan ditirsin ku derkevin kolanan.   Welatiyê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bêje destnîşan kir ku ew her şev bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Zarokên me di bin talûkeyê de ne. Her kes dibîne, lê nikarin bi wan. Li her dereke Dêrikê, hişbir tê firotin. Em wek şêniyên taxê neçar in ku her şev didin pey firoşkarên hişbirê. Em wan digirin lê belê heman kes roja din dîsa li kolanan in. Bi awayeke eşkere çav li wan tê girtin. Piştî sala 2015’an belavî her cihekê bûn. Taybetî jî li vê taxê difiroşin. Li Dêrikê hema bêje li her derê qereqol heye, li her kolanê qemere hene. Ma Midûriyeta Polîsên a ku ji her tiştî agahdar dibin ji vê yekê nehaydar e. Her tişt bi eşkere li ber çavan e, lê kes mudaxileyê nake.”