Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband 2023-07-18 09:57:24 AMED - Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê tevî biryara AYM’ê ya binpêkirinê daye jî lê dadgehê daxwaza darizandina ji nû ve ya H.Z. red kir.  Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê bi îdiaya “ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” ceza li H.Z. ê 14 salî birîbû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) cezayê li zarok hatiye birîn wek binpêkirinê dît û biryara cezakirinê xera kir. AYM’ê xwest H.Z. ji nû ve bê darizandin. Ev daxwaz ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê ve hat redkirin.    DOZA HACKERÊN KURD    Di doza hackerên kurd de kut ê gotin sazî û dezgehên cemaweriyê hacker kirine, ji xala 220/6’an a Qanûna Cezayê Tirk salek û 10 meh û 6 roj ceza li H.Z. hat birîn. Parêzerê H.Z., Mehdî Ozdemîr vê doza ku ji sala 2008’an hatiye vekirin û di 2017’an de bi encam bûye û cezayê derbarê miwekîlê wî de xera bûye, daxwaza ji nû ve darizandinê kir. Ozdemîr serî li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê ku darizandinê pêk aniye da û xwest darizandin ji nû ve bê kirin. Dadgehê daxwaza Ozdemîr red kir.    Di hinceta redkirina serlêdanê de hatiye gotin, “pêwîste hukmekî teqezkirî hebe” û lewma îdia hat kirin ku darizandina ji nû ve nabe mijar. Ozdemîr diyar kir ku ew ê îtîrazî biryara redkirina ji nû ve darizandinê bike.