Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin 2023-07-18 15:33:39   COLEMÊRG - Heqê rêya navbera Wan-Colemêrgê di nava 10 rojan de cara duyemîn hat bihakirin.    Heqê rêya di navbera Wan-Colemêrgê û navçeyan de dîsa hat bihakirin. Piştî zêdekirina bihayê sotmeniyê heqê rêya di navbera Wan-Colemêrgê de ji 150 lîreyî derxistin 200 lîreyî. Bi vî awayî di salek dawî de bû 5 caran heqê rê tê zêdekirin û di nava 10 rojên dawî de bû cara duyemîn heqê rê tê zêdekirin.    Li gorî zema nû heqê rê wiha ne:    * Wan-Colemêrg: 200 lîre * Wan-Gever: 200 lîre  * Wan-Elbak: 100 lîre * Wan-Xoşeb: 80 lîre * Wan-Şemzînan: 250 lîre * Wan-Rûbarok: 300 lîre